Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser hevkarîya di warê bikaranîna aşîtîyîyê ya ênêrjîya atomî de dest bi danûstandinan kirine

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Robêrt Abîsoxomonyan di vîdêokonfêransê de ku ji bo destpêkirina danûstandinên li ser “Peymana 123” a di navbera hukumetên Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de li ser hevkarîya di warê karanîna aşîtîyane ya ênêrjîya atomî de hatibû lidarxistin, bi axaftina vekirinêva pêşda hatîye .
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der daxuyanîyek weşandîye.
Di destpêka danûstandinan de cîgirê alîkarê wezîrê Dewletên Yekbûyî Gonzalo Sûarêz, balyozê Ermenîstanêyî li Dewletên Yekbûyî Narêk Mkrtçyan û balyoza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê Krîstîna Kwîn bi axaftina vekirinêva pêşda hatine .
Di axaftina xwe de, cîgirê wezîrê karên der ji nû ve tekez kirîye ku karanîna ewle ya ênêrjîya atomî ji bo armancên aşîtîyane yek ji pêşînîyên Ermenîstanê ye, û Ermenîstan berdewam pabendî prînsîpên rêjîma navneteweyî ya nebelavbûnê dibe.
Alîya bi kêfxweşî destnîşan kirine ku di çarçoveya îmzekirina mêmorandûmên têgihîştinê yên di navbera hukumetên Ermenîstanê û Amêrîkayêye li Waşîngtonêye 8 ê tebaxê, derbazî pêkanîna gavên pratîkî dibe.







