H’emû nûçeSereke

“Tu rojevek ji bo derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî tune ye: berevajî vê, em têkilîyên xwe kûr dikin” :Vaxarşak Hakobyan

Rojev ji bo vekişîna ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî tune ye berevajî vê, em têkilîyên xwe bi hevkarên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  re kûr dikin. Derheha wê yekêda  parlamentvanê “Peymana sîvîl» Vxarşak Hakobyan, 29 ê îlonê, di axaftina li meclîsa neteweyî bi rojnamevanan re gotîye, û behsa wê yekê kirîye ku serokwezîr Nîkol Paşînyan red nekir ku Ermenîstan dikare ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî vekişe, ji ber ku ew ne lihevhatî ye ku hem endamek Yekîtîya Avropayê û hem jî endama  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî be.

“Peymana ku îro li ser dengdanê hatîye dayîn jî şedetîya wê yekê kirîye ku ew hatîye nîqaşkirin û dengdan li ser hatîye kirin, û ez ji we rica dikim ku hûn rojeveke wisa çênekin. Di çarçoveya çalakîyên me yên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de destkeftîyên me yên pir cidî yên têkildarî aborîyê hene, û em vê yekê teqdîr dikin”,- ewî gotîye.

Derbarê vê çavdêrîyê de ku Ermenîstan ji ya ku distîne bêtir dide  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û danûstandina bazirganîyê jî kêm bûye, parlamêntvan  gotîye: “Hûn di pirsên xwe de pir, pir nerm in. Bi salan e, me ji ya ku daye bêtir girtîye, carinan me ji ya ku girtîye bêtir daye, û berevajî vê, me ji ya ku daye bêtir girtîye. Ez nafikirim ku ev bi tu awayî dikare bibe astengîyek di têkilîyên di navbera Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û me de. Salek heye ku em ê bêtir bidin, salek heye ku em ê bêtir bistînin, li wir planên zelal hene û ev plan dixebitin”.

Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Ovêçûk jî dîyar kiribû ku divê Ermenîstan di navbera Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de hilbijartinekê bike, niha hilbijartina Ermenîstanê çi ye, ewî destnîşan kirîye: “Ermenîstan endamê  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ye û niha rojeveke din tune. Rastîya me heye ku me qanûna destpêkirina pêvajoya endametîya  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî yê qebûl kirîye, rastîya me heye ku daxuyanî hatine dayîn û rastîya me heye ku em endamê  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîyê ne. Werin em ji vê pêrspektîvê li mijarê binêrin”.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan îhtîmala derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  red nekir. Li gorî wî, ev yek wê demê bibe ku mijara endametiya Yekîtîya Avropayê bibe mijareke girîng, di wê rewşê de Ermenîstan wê biryara xwe bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button