H’emû nûçeSereke
Cudakirina Rûsyayê ji Başûrê Kafkasîyayê karekî bê feyda ye:Kopîrkîn

Balyozê Rûsyayêyî li Ermenîstanê, li ser nêrîna ku Rûsya ji Başûrê Kafkasyayê tê derxistin, gotîye ku veqetandina Rûsyayê ji Başûrê Kafkasyayê karekî bêkêr e.
Kopîrkîn hevpeyvîna bi rojnameya “Syûnas Yêrkîrê” re gotîye: “Ne erdnîgarî, ne dîroka hevpar, ne jî firehîya têkilîyên piralî yên Rûsyayê bi dewletên Kafkasyayê re rê nade vê yekê. Lê belê, hin lîstikvanên derveyî ramanên weha bêaqil tînin ziman, tenê xwestekên xwe û têgihîştina xwe ya xirab ya rastîyên herêmî eşkere dikin”.
Ewî careke din tekez kirîye ku têkilîyên bêqusûr yên Rûsyayê bi Başûrê Kafkasyayê re berjewendîya wê ya girîng di aşîtî û aramîya demdirêj ya herêmê, geşbûna wê û pêşxistina potênsîyala wê ya veguhastinê de dîyar dike.







