H’emû nûçeSereke

Rûsya wê helwesta xwe ya li ser TRIPP ê dîyar bike ku têgihîştineke berfireh ya pêkanîna wê hebe: Kopîrkîn

Rûsya wê helwesta xwe li ser bernameya ragîhandinê ya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” dîyar bike dema ku Moskva ramaneke berfireh li ser ka ev projeya veguhastinê çawa bê bicîhanîn hebe.

Li gorî “Armenpress”, derheha wê yekêda balyozê Rûsyayêyî li Komara Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn di hevpeyvîna bi rojnameya “Syûnyas Yêrkîrê” ra gotîye.

Li gorî balyoz, yek ji pêşînîyên bêguherîn yên sîyaseta derve ya Rûsyayê hewînkirina aşîtî û aramîyê li Başûrê Kafkasyayê ye, û li gorî vê nêzîkatîyê, Moskva bi xwezayî piştgirîyê dide her hewldaneke ku armanc dike têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de normal bike.

“Di derbarê rêya ku jê re “Rêya Tramp” tê gotin, helwesta Rûsyayê wê bê dîyarkirin dema ku em têgihîştineke berfireh ya ka ev projeya veguhastinê wê çawa bê bicîhanîn hebe. Bi qasî ku em dizanin, ev xebata nû dest pê dike. Rêjîmên veguhastina bar û rêwîyan, û her weha hûrgilîyên têkildarî ewlehîya trafîkê, hîn li ser nehatine lihevkirin. Hewldanên ji bo vekirina girêdanên veguhastinê li herêmê wê hewce bike ku şert û mercên endametîya Ermenîstanê di  Yekîtîya Avrasîyayeyê Êkonomîkî de, û her weha hebûna cerdevanên sînor yên rûsî li ser sînorê Ermenîstan-Îranê, li gorî belgeyên dualî,bên hesibandin. Di heman demê de, ez dixwazim lê zêde bikim ku alîyê rûsî ji bo şêwirmendîyên li ser van mijaran hem bi hevkarên xwe yên ermenî û hem jî bi alîyên din yên eleqedar, di nav de Têhranê, vekirî ye”,- balyozê rûsî tekez kirîye.

Ewî her wiha zêde kirîye ku Fêdêrasyona Rûsyayê û bi xwe serok Vladîmîr Pûtîn bingeha pêvajoya lihevhatina Ermenîstan-Adirbêcanê danî.

Balyoz gotîye: “Peymanên sêalî yên ku di navbera serokên Rûsyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê de di salên 2020-2022 a de hatine îmzekirin ne tenê xwînrijandina li ser erdê rawestandin, lê di heman demê de rêyên sereke ji bo normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Yêrêvanê û Bekûyê de jî destnîşan kirin, di nav de pêşxistina peymana aşîtîyê, rakirina dorpêça têkilîyên aborî û veguhastinê û destnîşankirina sînoran û her weha pêşxistina têkilîyên bi civaka sîvîl re”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button