Almanyayê nêzîkî 15.5 mîlyon yûro ji bo pêşxistina civakên ermenî veqetîne

Hukmetê, civîna xweye 2 ê cotmehê, “Peymana hevkariya têknîkî” ya ku bi şêweyê danûstandina nameyan di navbera hukumeta Komara Ermenîstanê û hukumeta Komara Almanîyayêye Fêdêral de hatîye îmzekirin, pesend kirîye.
Peyman alîkarîyên jêrîn peyda dike:
Pêşxistina aborîya taybet û perwerdehîya pîşeyî ya seretayî û navîn li Ermenîstanê – heta 6.1 mîlyon yûro.
Ênêrjîya domdar ji bo pêşkeftina berxwedêr ya avhewayê ya civakên ermenî – heta 6.1 mîlyon yûro,
Pêşxistina yekgirtî ya civakên ermenî – heta 3.1 mîlyon yûro,
Fondên ermenî ji bo lêkolîn û pisporan – heta 300 hezar yûro,
Hukumeta Ermenîstanê rêxistinên cî bi cîkar ji hemû cûreyên bacên raste-rast yên ku li Komara Ermenîstanê derdikevin, azad dike.
Hukumeta Komara Ermenîstanê kelûpelên ku li ser navê Komara Almanîyayêye Fêdêral tên îtxalkirin, tevî alav û otomobîlan, ji hemû cûreyên bacên îtxalkirin û hinardekirinê, xercên bendergeh û embarê, û her weha hemû bacên din yên dewletê azad dike û berdana wan ya tavîlê garantî dike.







