SerekeSîyasî

Şerê 12 rojan de balafirên bêpîlot ji “hin welatên cînar” derbazî axa Îranê bûne

Fermandarê polîsê sînor yê Îranê, gênêral Ahmed Elî Gûdarzî, ragîhandîye ku di şerê 12 rojî yê bi Îsrayêlê re, balafirên bêpîlot ji “hejmarek welatên cînar” derbazî axa Îranê bûne, ku ev yek hatîye belgekirin, Mehr ê ragîhandîye.

Gênêral Gûdarzî ev daxuyanî di merasîmekê de ku ji bo çalakîyên dezgehên bicîhanîna qanûnê yên welêt hatibû lidarxistin, daye.

“Şerê 12 rojî de ku ji alîyê rêjîma sîyonîst ve li ser me hatîye ferzkirin, dron  hin welatan derbazî axa me bûne. Me ev bûyer belge kirine û raporên têkildar raber kirine”,- ewî di çalakîyê de gotîye. “Parêzvanên me yên sînor ferq kirin ku sê mînîbûs li axa welatekî cînar bûne û ji wir dron û balafirên biçûk diavîtin. Dema ku me agahî daye pasvanên sînor yên wî welatî, leşkerên wan dest bi çalakîyê kirine, di dema pevçûyînê de sê kes kuştine û yên din girtine”.

Ewî her wiha gotîye ku di hefteyên pêş de, wê li kendava Farsê tetbîqatên leşkerî yên berfireh yên ji bo pêxember Mûhemmed bên lidarxistin, ku hêzên çekdar û xelkê herêmî wê beşdarî wan bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button