
Serokê lîsteya partîya Kurdistanêye Dêmokrat ya li Hewlêrê ya ji bo hilbijartinên parlamentoya Îraqê Rêbiwar Hadî, destpêkirina bangeşeya hilbijartinê ya lîsteya hejmar 275 a ya partîya xwe ragîhandîye.Hadî daye zanîn ku ew di qonaxeke girîng ya dîrokî de ne û armanca wan ya sereke xizmetkirina gel û parastina berjewendîyên niştimanî ye.
Rêbiwar Hadî 4 ê cotmehê di konfêranseke rojnamevanî de, tekezî li ser girîngîya qonaxa dahat kirîye û armancên sereke yên partîya xwe yên ji bo Bexdayê eşkere kirine û gotîye: “Armanca me ya herî mezin xizmetkirina gel û parastina berjewendîyên niştimanî ye. Em wek kandîdên partîyê, xwe wekî parêzerên mafê hemû tebeqeyên xelkê Kurdistanê dibînin”.
Serokê lîsteya PDK ê li Hewlêrê daye zanîn, partîya wan bi dirûşma “Hevparî, hevsengî û lihevkirin” beşdarî vê hilbijartinê dibe û wiha axivîye: “Îraq welatekî lihevkirinê ye, loma pêwîst e em hemû di rêvebirin û biryardanê de beşdar bin. Heger me hevparîyeke rastîn bi cîh anîye, em dikarin hevsengîyê jî pêk bînin û xizmeteke zêdetir raber bikin”.
Rêbiwar Hadî herwiha bal kişandîye ser pêwîstîya rêzgirtina li îradeya gelê Kurdistanê û gotîye ku ew her tim li gel çareserîya aştîyane û dîyalogê bûne. Herwiha gotîye: “Em mîratgirên rêbazeke pir bi şanazî û pîroz in, rêbaza xizmetkirin, aramî û avadanîyê”.
Di dawîya gotara xwe de, serokê lîsteya PDK ê bang li cemawerê bajarê Hewlêrê û hemû alîgirên partîya xwe kirîye ku bi hemû hêza xwe beşdarî hilbijartinan bibin û bawerîya xwe anîye ziman ku bi piştevanîya gel û bi hewldana kandîdên xwe, ew ê serkeftineke mezin tomar bikin.
Bangeşeya hilbijartinê ya xala şeşem ya parlamênta Îraqê bi awayekî fermî dest pê kirîye û biryar e di rojên pêş de alîyên sîyasî karname û bernameyên xwe ji bo dengdêran eşkere bikin.







