Li Pasadênê wê fîlma derheqa Tîgranê Mezin bê lidarxistin

Fîlmeke nû ku ji bo yek ji hukumdarên herî bihêz yên Ermenîstanê, Tîgranê II yê Mezin hatîye veqetandin, wê 18 ê cotmehê li Kalîfornîyayêbê pêşandan. Li gorî rapora The Armenian Report ê, pêşandan ji hêla rêxistina ermenîyên yekbûyî ve li navenda hunerên pêrformansê ya Pasadena (2495 E. Mountain Street, Pasadena) tê organîzekirin.
Fîlma “Tîgranê Mezin” hêmanên belgefîlm û çîrokê bi hev re tîne da ku çîroka mezinahî û mîrata padîşahê efsanevî yê ermenî vebêje. Tîgranê II di sedsala yekem ya berî zayînê de li ser text rûnişt, Ermenîstan veguherand împêratorîyeke ku “ji deryayê heta deryayê” dirêj dibe, û di vê serdemê de bûye ku welat gihîştîye serfirazîya xwe ya sîyasî û çandî ya herî mezin.
Fîlm têkoşîn û destkeftîyên padîşah, û her weha dilsozîya wî ya ji bo gelê xwe eşkere dike.Efirîner hewl didin ne tenê wêneyê hukumdar, lê di heman demê de ruhê neteweyê ku bîranîna wî di sedsalan de hilgirtîye jî vejînin.
Fîlm lîstikvanê navdar Alêksander Xaçatryan dilîze, derhênerîya wê Vaha Vardanyan e, û hilberandina wê jî ji alîyê Tîgran Manasyan û Vahê Hakobyan de ye. Ew wê wekî fîlmeke ji fîlmekê zêdetir wesf dikin: “Ev pîrozbahîyeke ji bîrnekirî ya dîrokî, çandî û nasnameya ermenî ye”.
Armanca projeyê ew e ku serbilindîya civaka ermenî xurt bike û di heman demê de rabirdûya dewlemend ya Ermenîstanê bi temaşevanên cîhanî bide nasîn.







