SerekeSîyasî

Serok Barzanî û Êmmar Hakim hilbijartinên parlamêntê û çend mijarên din gotûbêj kirine

Serok Mesûd Barzanî 7 ê cotmehê pêşwazî li serokê tevgera Hîkme ya Nîştîmanî, Êmmar Hakim û şanda pê re kirîye.

Li gor daxuyanîyeke ku ji alîyê baregeha Barzanî ve hatîye belavkirin, di hevdîtinê de rewşa sîyasî ya Îraqê û ya herêmê bi giştî hatîye nirxandin.

Herwiha, di civînê de behsa kêşe û astengîyên di nava proseya sîyasî ya Îraqê de û peywendîyên di navbera alîyên sîyasî de hatîye kirin.

Baregeha Barzanî herwiha daye zanîn, hilbijartinên encûmena nûneran ya Îraqê jî mijareke din ya girîng ya hevdîtinê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button