H’emû nûçeSereke

Serokwezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê li Tbîlîsîyê beşdarî hemcivîna “Rîya hevimirş” bibin

22-23 ê cotmehê li Tbîlîsîyê wê hemcivîna “Rîya hevirmiş” pêk bê. Li gorî gotinên teşkîldara, têma forûma 5 emîn eve: “Învêstîsîya nava peywandîyada bikin û nava qewînbûnêda pêşda herin.Derheqa wê yekêda Êxo Kavkazê nivîsîye.

Forûmê ji alîyê serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Kobaxîzêda bê vekirinê. Li gorî ragîhandinê, serokwezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanê jî, Nîkol Paşînyan û Elî Esedov wê beşdarî forûmê bibin.

Hîvîyêne, wekî nêzîkî 2000 dêlêgat wê beşdarî forûmê bibin:wekîlên organîzeyên navneteweyî, şuxulkarên sîyasî, goveka bîznêsê, serokên kompanîyayên hemcîhanî û pêşezanên cuda-cuda.

Forûmê kirîn-frotana hemcîhanî, transportê û locîstîkayê, pêşketina ênêrgêtîkayê û têmayên başqe gotûbêj bike.Panêleke cuda wê pêşkêşî atmosifêra Gurcistanêye învêstîsîyon û mecalên wê bikin.

Forûma bi sernavê “ Rîya hevirmiş” cara ewlin sala 2015 a li Tbîlîsîyê hatîye teşkîlkirinê û ew du sala carekê pêk tê. Nîkol Paşînyan û Elî Esedov usa jî sala 2023 a beşdar bibûn, dema ku serokwezîrê Gurcistanêyî wê demê, Îraklî Garîbaşvîlî hevdîtina sêalî tevî wan teşkîl kiribû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button