H’emû nûçeSereke
Wê heta dawîya salê li nêzîkî 40 rawestgehên otobûsan li Yêrêvanê bên sazkirin

Heta dawîya sala 2025 a, li nêzîkî 40 rawestgehên otobûsan li Yêrêvanê wê bernameyên aqil yên demjimêran bên sazkirin, ku wê bihêle ku welatî demên hatina otobûsan bibînin.
Li gor nûçeya “Armenpress”ê derheqa wê yekêda şaredarê Yêrêvanê Tîgran Avînyan ragîhandîye.
Ewî her wiha destnîşan kirîye ku heta wê demê, welatî dikarin sepana “Yandex” bikar bînin, ku tê de agahdarîya li ser demên hatina otobûsan bi tevahî tê raber kirin.
Şaredarê Yêrêvanê her wiha gotîye ku heta îro jî li Yêrêvanê rawestgehên otobûsan hene ku bernameyên jîr lê hatine sazkirin, lê hejmara wan kêm e.







