Botnêta “Matryûşka” ya rûsî li dijî Paşînyan di derbarê hilbijartinên sala 2026 a kampanyake nû ya dêzînformasîyonê dide destpêkirin: çavkanî

Hesabên tora dêzînformasîyonê ya rûsî “Matryûşka” dest bi belavkirina vîdyoyên li ser torên civakî kirine ku tê de behsa hilbijartinên parlamêntîyê yên ku ji bo hezîrana sala 2026 a li Ermenîstanê û serokwezîrê welêt Nîkol Paşînyan tê kirin. Derheqa wê yekêda ajansê bi projeya “Blokêra botê ” ragîhandîye.
Li gorî Current Time ê, botêrê herî kêm 10 vîdyo weşandine ku behsa hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê û serokwezîrê niha yê welêt dikin. Di vîdyoyan de, trolan tomarên vîdyoyê yên mirovên rastîn bi kar anîne ku dengên wan ji hêla zekaya sûnî ve hatine efirandin.
Hin vîdyo girtîyên berê yên qampa komkirinê ya Osvênsîmê bi kar tînin, û navên wan wek “Nîkol Paşînyan ji bo sembolên Ermenîstanê odeyên gazê ava dike, wan li çîyayê Araratê dicêribîne” têne destnîşan kirin. Vîdyoyanda serokwezîrê Ermenîstanê wek “xayîn” bi nav dikin û welatîyên ermenî bi cihûyên ku “li benda trajêdîyê bûn” dişibin hev.
Vîdyoyên din jî nîşan didin ku polîsên brîtanî perwerdehîyekê didin efserên bicîhanîna qanûnê yên ermenî da ku piştî hilbijartinên sala 2026 a li Ermenîstanê li dijî xwepêşanderên potênsîyal tundûtûjîyê bikar bînin.
Di vîdyoyek din de, Paşînyan bi wê yekê tê tawanbarkirin ku dixwaze “wêrankirina Ermenîstanê” bike.Nivîskarê brîtanî Fîlîp Arda dibêje ku Paşînyan “rê ji bo dijminên Ermenîstanê vekirîye”.
Tê destnîşankirin ku botên Krêmlê yên berê, bêyî ku hilbijartin çi bin, êrîşî Paşînyan kirine. Tenê di çar mehên dawî de, Matryûşka nêzîkî 60 vîdyo li dijî Paşînyan weşandîye, di nav wan de li ser navê modêla Kîm Kardaşyan, stranbêjê System of a Down Sêrj Tankyan, lîstikvanê tenîsê Andrê Agasî, înstîtûta xizmên yekbûyî ya Qralîyetê, navenda lêkolînên stratêjîk û navneteweyî ya li Waşîngtonê, zanîngeha Kêmbrîcê, Euronews The Insider, Wired, BFMTV, CNN Turk û navendên lêkolînê û dezgehên medyayê yên din.
Berê, botnêta “Matryûşka” û “Fonê têkoşîna li dijî tepeserkirinê” ya ji hêla Yêvgênî Prîgojîn ve hatîye efirandin, li dijî seroka Moldovayê Maya Sandû kampanyake dêzînformasyonê ya berfireh organîze kirine. Bi taybetî, tê îdîakirin ku botan lêpirsînek li ser “îxrackirina sêwîyên ûkraînî bo Rojava” ê ji hêla Sandû ve weşandîye.
Li gorî projeya “Blokêra botê”, kampanya di pîvana xwe de bi opêrasyona dêzînformasîyonê ya ku di hilbijartinên Bûndêstagê ya alman ya sala 2025 a de pêk hatîye dişibîya wê.







