Desthilatdarîya Macaristanê, ya ku merivkuj derbazî Adirbêcanê kirîye, Tûsk nava afûkirina têrorîstada gunehkar kirîye

Wezîrê Macaristanêyî karên der Pêtêr Sîyarto bersiva nivîsara serokwezîrê Polonîyayê Donlad Tûsk daye, yê ku cêribandîye ûkraînîyê ku nava têrorîzmêda tê gunehkarkirinê, afû bike.
Nava nivîsara xweda Tûsk gotîye,wekî bona Avropayê pirsa teqandina lûla gazêye hejmara yekê û ya hejmara duda girîng nîne, lê çêkirina wane bi tomerîye.
“Donald Tûsk wê yekê çawa tiştekî normal hesab dike, wekî kesek lûla gazê diteqîne. Eva tiştekî ecêbe, çimkî pirs pêşda tê, wekî îdî xirabkarîyên çi cûreyî dikarin bêne afûkirinê.Ew yek tiştekî îzbatbûyîye ku em Avropa usa naxwezin, li kîderê serokwezîr têrorîsta afû dikin”,- Sîyarto gotîye.
Em bîr bînin,wekî desthilatdarîya Macaristarnê Ramîl Seferovê merivkuj teslîmî Adirbêcanê kir, yê ku bi balte ofîsêrê ermenîyî razayî Gûrgên Margaryan kuştibû.Ew herdu ofîsêr beşdarî dersên NATO ê ye zimanê înglîzî dibûn. Mehkema Macaristanê cezayê girtina hetayê-hetayê dabû Seferov.
Feqet, serokwezîrê niha Vîktor Orban sala 2012 a Seferov paşda vegerandîye Adirbêcanê, li kîderê desthilatdarîya Adirbêcanê ew afû kirîye û navê mêrxasîyê daye wî. Li gorî çapemenîyê, desthilatdarîya Adirbêcanê bona azakirina xirabkar pere soz dabûn.







