Ermenîstan bi çîyayên mezin û dêrên kevinar ecêbeke sînorî ye:La Repubblica

9 ê cotmehê, rojnameya navdar ya Îtalî La Repubblica ê gotareke rojnamevan Françêska Allîata Bronêrê bi sernavê “Ermenîstan ecêbeke sînorî ye bi çîyayên mezin û dêrên kevinar” weşandîye, ku tê de Ermenîstan wek cîhekî tûrîstîyê ya bêhempa tê raber kirin. Li gorî “Armenpress” ê, xudan beşdarî konsêr û rêsêpsîyonê bûye ku ji hêla balyozxaneya Ermenîstanê ve ji bo Roja Serxwebûnê hatîye organîzekirin û Ermenîstan wek yek ji welatên herî balkêş û ewle yên cîhanê raber kirîye.
Xudan cîhê cografîk yê Ermenîstanê wek bêhempa bi nav dike: li ser sînorê Asyayê û Avropayê, bi dîrokeke dewlemend, kevneşopîyên şerabê û mêvanperwerîyeke germ. Her wiha tê destnîşankirin ku bi geştên raste-rast ji Îtalyayê tenê di 4 sehetan de meriv dikare bigihîje Ermenîstanê.
Gotar tekez dike ku Ermenîstan ji hêla mezinahîyê ve hinekî ji Sîsîlyayê mezintir e, lê ji hêla çandî ve, bi saya danûstandin û têkilîyên dîrokî yên sedsalan, pir nêzîkî Îtalyayêye.
Xudanê gotarê dewlemendîya dîrokî û çandî ya Ermenîstanê bi mînaka “Rîya dêran” raber dike, ku her çend bi fermî tune be jî, wekî rêyeke sembolîk tê pêşnîyar kirin. Ew li Yêrêvanê dest pê dike, bi mîmarîya xwe ya tufê û dîmeneke xweşik ya Kaskadê.
Piştre, dêra Êçmîyadzînê, yek ji kevintirîn dêrê xiristîyanî yên cîhanê, Noravank, dêra sedsala 13 a di gelîyek ji kevirên sor de, dêra Tatêvê ya bi dirêjtirîn kabloya cîhanê “Baskên Tatêvê”, karavanseraya Sêlîmê, yek ji rawestgehên herî baş parastî li ser rîya Hevrîşimê, û gola Sêvanê, gewreya şîn ya Ermenîstanê bi dêra Sêvanê, têne vegotin.







