Pêşerojê de, em ê bîna marqe û veberhênanên amêrîkî li Ermenîstanê texmîn bikin:Papoyan

Cîgirê wezîrê bazirganîyê yê Dewletên Yekbûyî bi nameyeke fermî ez vexwendî Waşîngtonê kiribûm. Mijarên ku wê li wezîreta bazirganîyê ya Dewletên Yekbûyî bên nîqaşkirin du pêkhateyan dihewînin: ya yekem bernameya veberhênanê ya TRIPP ye, ya duyem jî bernameyên veberhênanê yên potênsîyal yên hevaltîên mezin yên amêrîkî, di nav de hevaltîyên bazirganî û xizmetgûzarîyê, û derfetên wan li Ermenîstanê ne. Derheqa wê yekêda wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan, 13 ê cotmehê di axaftina li meclîsa neteweyî bi rojnamevana re gotîye.
“Niha em gelek lêkolînan dikin, em di heman demê de paralel jî dixebitin, û heger we bala xwe dayê, çend roj berê, bo nimûne, ez bi rêveberê herêmî yê tora Starbucks re civiyam. Ango, em ê bernameyên veberhênanê yên gengaz di wê astê de, herêmî, bi marqeyên mezin re, û jixwe di asta dewletê de jî nîqaş bikin”.
Di vî warî de, em cîh û mezinahîyên veberhênanên gengaz yên amêrîkî jî lêkolîn dikin, û her weha ji hevkarên xwe re pêşnîyar dikin ku li vir, bo nimûne, ev marqe dikare hebe, derfetên bazarê di vê sêktorê de pir mezin in. Em bi xwe kapasîteya bazarê dinirxînin. Hevkarên me jî tên û çend ji wan hene ku tenê di pêvajoyê de ne. Wek encamek peymana bi marqeyê re, em wê ranagîhînin. Em tenê dema ku marqe razî dibe, yan jî em gihîştine qonaxeke dîyarkirî ku ew jixwe bi îhtîmaleke mezin têne û dest bi axaftina li ser dikin, li ser vê yekê diaxivin. Her wiha hin rewşên din jî hene ku niha lêkolîneke kûr ya bazarê tê kirin da ku kapasîteya bazara me, derfet û qazanca marqeya wan bê fêmkirin”,- wezîr tekez kirîye.







