
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê berê yê ajansa îstixbarata navendî ya Amêrîkayê (CIA) û dostê kevin yê Îraq û Herêma Kurdistanê Dêyvîd Pêtrêûs pêşwazî kirîye.
Di civînê de rewşa giştî ya Îraqê, Herêma Kurdistanê û pêşhatên herêmê hatine gotûbêjkirin.
Hevpeymanîya stratêjîk ya bi Amêrîkayê re
Di civînê de her du alî li ser girîngîya pêwendîyên Amêrîkayê yên bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re wekî du hevpeymanên xwedî berjewendîyên stratêjîk yên hevbeş hemfikir bûn.
Her du alîyan tekez kirin ku ew dikarin di gelek warên cuda de hevkarîya xwe ya hevbeş bipêş bixin.
Rola Herêma Kurdistanê ya ji bo aramîya herêmê
Alîyekî din yê civînê tekezkirina li ser girîngîya parastina aramî û seqamgîrîya herêmê bûye.
Di vê çarçoveyê de, rol û girîngîya Îraqê û Herêma Kurdistanê hatîye destnîşankirin ku dikarin bi rêya hevkarîya di warê ênêrjî û aborîyê de bibin alîkar ji bo avakirina pirên pêwendîyan û komkirina berjewendîyên hevbeş yên herêmê.
Pêvajoya çareserîyê ya li Tirkîyayê, rewşa Sûryayê, metirsîyên têrorê û gefên DAIŞ ê beşeke din ya gotûbêjên civînê bûn.







