H’emû nûçeSereke

Serokkomar Vahagin Xaçatûryan padişa  Bêlçîkayê qebûl kirîye

Serokkomar Vahagin Xaçatûryan padişa  Bêlçîkayê qebûl kirîye.

Li gorî daxuyanîya rêveberîya serokkomarîya Ermenîstanê, serokkomar serdana padişê bo Ermenistanê bilind qîmet kirîye  û serokatîya padişê wek parêzvaneke ji bo armancên pêşkeftina domdar yên Neteweyên Yekbûyî pir nirxandîye.

Serokkomar gotîye: “Ji bo me şerefeke mezin e ku em  We qebûl dikin. Armanca serdana We, parastina armancên pêşkeftina domdar ya Neteweyên Yekbûyî, bê guman wê ji bo Komara Ermenîstanê sûdmend be, da ku em karibin erkên ku me ji bo sala 2030 î girtine bi tevahî bicîh bînin. Em serokatîya We di vî warî de û rastîya ku Hûn bi mijarên ewqas girîng yên ku ji bo mirovahîyê eleqedar in  mijûl dibin, pir teqdîr dikin”.

Padişa Matîldayê spasîya xwe ji bo pêşwazîya germ anîye ziman û destnîşan kirîye ku ew ji Ermenîstanê bandor bûye û kêfxweş e ku bi boneya parastina armancên pêşkeftina domdar yên Netewên Yekbûyî li welatê me ye.

Di civînê de, bernameyên ku di çarçoveya armancên geşepêdana domdar yên Netewên Yekbûyî de têne bicîhanîn û gavên ku ji bo pêşvebirina wan hatine avîtin, hatine nîqaşkirin. Alîyan rola perwerdehîyê wek stûnek ji bo derbazkirina pirsgirêkên mirovî yên gerdûnî û pêşkeftina domdar ya civakan tekez kirine.

Di dema axaftinê de, têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Bêlçîkayê de hatine nîqaşkirin.Girîngîya berfirehkirina hevkarîyê di sêktora têknolojîya bilind ya aborîyê de, pêşvebirina çareserîyên nûjen û pêkanîna destpêşxerîyên hevbeş hatîye tekez kirin. Serokkomar Xaçatûryan tekez kirîye ku hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Bêlçîkayê de, ku li ser bingeha bawerîya dualî ye, dikare di warên zanistê, perwerdê û têknolojîyên dîjîtal de kalîteyek nû bi dest bixe.

Alîyan li ser lidarxistina konfêransa COP 17 ya li ser cûre-cûryî bîyolojîk û civîna bilind ya civîna sîyasî ya avropîye  li Ermenîstanê  sala 2026 a de nêrînên xwe parve kirine. Di vê çarçoveyê de, hatîye destnîşankirin ku Ermenîstan bi berpirsîyarîyeke mezin nêzîkî destpêşxerîyên navneteweyî yên jîngehê dibe û hewil dide ku di hewldanên gerdûnî yên ji bo derbazkirina pirsgirêkên jîngehê de beşdarê çalak be. Pêdivîya yekgirtina hemû mirovahîyê di parastina cûre-cûrîya bîyolojîk û mîsogerkirina domdarîya jîngehê de hatîye tekez kirin.

Di hevdîtinê de, girîngîya hewildanên ji bo avakirina aşîtîyê li herêmê jî hatîye tekez kirin. Herdu alîyan tekez kirine ku aşîtî û hevkarî nirxên sereke yên têkilîyên navneteweyî ne û qewînkirina wan şertê sereke ye ji bo pêşkeftina dewletê û gelan.  

Zêdetir nîşan bide
Back to top button