SerekeSîyasî

Serok Barzanî ji  Encûmena Niştimanî ya Kurd ya Sûryayê  re gotîye: yek bin û bi pêkhateyan re li hev bikin

Serok Mesûd Barzanî ji şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd ya Sûrîyayê  ê re gotîye: “Yekrêz bin û bi pêkhateyan re li hev bikin”.

Serok Mesûd Barzanî  li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd ya Sûrîyayê pêşwazî kirîye.

Şande ji sêkrêtarên partîyên sîyasî yên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurd ya Sûrîyayê de pêk dihat.

Rewşa Sûryayê hatîye gotûbêjkirin

Li gorî daxuyaniya baregeha Barzanî di civînê de, her du alîyan li ser rewşa sîyasî ya herêmê û rûdanên dawî yên li Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe parve kirine.

Banga serok Barzanî: yekrêzî û aşîtîya civakî

Serok Barzanî di civînê de bal kişandîye ser rewşa kurdan ya li  Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê û tekezî li ser pêwîstîya yekrêzîya alîyên kurdan yên Rojavayê Kurdistanê kirîye.

Serok Barzanî her wiha ji alîyên kurdan xwestîye ku ji bo xurtkirina aşîtîya civakî û lihevkirinê bi ereb û pêkhateyên din yên Sûryayê re bixebitin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button