SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî: tu alîyek nikare wek PDK ê mafên Kurdistanê biparêze

Cîgirê serokê Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ragîhandîye: “Vê carê em dixwazin mafên destûrî yên hemî xelkê Îraqê, bi taybetî jî xelkê Herêma Kurdistanê biparêzin.” Tekez jî kirîye: “Tu alîyek nikare wek PDK ê mafên Kurdistanê biparêze”.

Cîgirê serokê Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî 20 ê cotmehê di nav karnavala kampanya lîsta 275 a ya PDK ê de li Hewlêrê ragîhandîye: “Ev hilbijartin ji bo me bi qasî her hilbijartineke din girîng in, ji ber ku vê carê em dixwazin mafên destûrî yên hemî xelkê Îraqê, bi taybetî jî xelkê Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Mesrûr Barzanî herwesa gotîye: “Pir  girîng e ku em hemî bi awayekî çalek tevlî van hilbijartinan bibin. Em hemî biçin ser sindoqên dengdanê û em xwe bi xwe, kesûkar, heval û nasên xwe teşwîq bikin. Werin vê carê, em nîşanî dost û dijminên xwe bidin ka hêza PDK ê çi ye. Ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê li seranserê Îraqê”.

Amaje jî daye: “Bê guman, PDK partîya herî mezin û bihêz ya Kurdistanê ye, lê em dixwazin biselimînin ku ew di eynî demê de partîya sîyasî ya herî bihêz ya Îraqê ye”.

Tekez jî kirîye: “Heta ku PDK hebe, tu hêzek nîne ku bifikire ku êrîşî Kurdistanê bike. Bi vê helkeftê, ez dixwazim 20 ê cotmehê li hemî welatparêz, pêşmergeyên qehreman û we yên rêzdar û xweşevî pîroz bikim. Îro roja Dastana Pirdê ye. Li we hemîyan pîroz be”.

Ronî jî kirîye: “Îro salvegera bîranîna îradeya me ya neteweyî ye, ku çawa biryara xweragirîyê, biryara parastina maf û rûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê li beranberî xayîn û dagirkeran bi ser ket”.

Herwesa ragîhandîye: “Heke em tevlî vê dengdanê nebin, kesên din wê li şûna me dengê xwe bidin. Heger PDK li cîhekî nebe, mirov ne piştrast e ku tu partîyake din mîna PDK ê bikaribe mafên Kurdistanê biparêze”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button