SerekeSîyasî

Adirbêcanê hemû qedexeyên li ser tranzîta barên bo Ermenîstanê derxistîye:Elîyêv

Îlham Elîyêv hevdîtina bi serokkomarê Qazaxistanê Qasim-Comert Tokayêv ragîhandîye ku Adirbêcanê hemû qedexeyên berê yên li ser derbazbûna baran bo Ermenîstanê derxistîye.

Li gorî serokkomarê Adirbêcanê, mînaka yekem ya tranzîtê veguhestina genimê Qazaxistanê bo Ermenîstanê bûye.

“Îro, qonaxeke nû ya aşîtîyê di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de dest pê kirîye.Û îmzekirina peymana aşîtîyê tenê du sal piştî pevçûyînên leşkerî yên dawî şedetîya wê yekê dide ku her du welatan îradeyeke sîyasî ya bilind nîşan dane”,- Elîyêv gotîye.

Alîyêv rola serokê Amêrîkayê Donald Tramp di normalîzasîyakirina têkiliyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bilind nirxandîye.

Serokkomarê Qazaxistanê her wiha girîngîya dîrokî ya peymanên Waşîngtonê yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de tekez kirîye.Tokayêv tekez kirîye ku peymanên ku di navbera her du dewletan de hatine destanînê, asoyên nû yên hevkarîyê li seranserê herêmê û derveyî wê vedikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button