H’emû nûçeSereke

Ermenîstan pêşwazîya daxuyanîya serokkomarê Adirbêcanê ya li ser derxistina qedexeyên li ser veguhastina barhilgir dike

Komara Ermenîstanê daxuyanîya serokkomarê Komara Adirbêcanê ya li ser derxistina qedexeyên li ser derbazbûna baran bo Ermenîstanê pêşwazî dike.Derheqa wê yekêda sêkrêtara çapemenîyê ya serokwezîrê Komara Ermenîstanê, Nazêlî Baxdasaryanê gotîye.

Li gorî “Armenpress” ê, berdevka serokwezîrê Ermenîstanê gotîye: “Ev gav ji bo vekirina danûstandinên herêmî, qewînkirina bawarîya hevbeş û sazkirina aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, li gorî peymanên li Waşîngtonê hatine bidestxistin, pir girîng e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button