H’emû nûçeSereke

Sûrên Papîkyan li ser biryara kêmkirina dema xizmeta leşkerî ya mecbûrî axivîye

Wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan bersiv daye rexneyên li ser kêmkirina dema xizmeta leşkerî ya mecbûrî.

Li gorî “Armenpress” ê, di dema rûniştina pirs û bersivan li gel hukumetê li meclîsa neteweyî, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê, behsa nîqaşên ku ev biryar bi pêvajoyên berîya hilbijartinê ve girêdayî ye kirîye, û gotîye ku ev yek tu têkilîya wê bi pêvajoyên berîya hilbijartinê re tune û ji bernameyên stratêjîk yên hukumetê derdikeve.

“Bi bernameya hukumetê, me sozek girtîye ser xwe ku di heyama pênc sala ya çalakîya xwe de, em ê bi zêdekirina hejmara leşkerên peymankar leşkerîya neçarî kêm bikin. Bi reş û sipî hatîye nivîsarê, hûn dikarin niha bixwînin”.

Belgeya duyemîn konsêpta veguherîna artêşa Komara Ermenîstanê ye, ku me jî sozeke usa daye. Ez difikirim ku ev her tiştî li ser celebê plansazîya demdirêj dibêje.

Bê guman, her tişt bi wê ve girêdayî bûye ka em ê di van salan de bikaribin hejmara leşkerên peymankar zêde bikin yan na. Nêzîkî 2.5 sal berê, meclîsa neteweyî qanûnek pejirand ku destûrê dide leşkerên ku ji meha 6 yan ya xizmetê pê ve peymanekê îmze bikin.

Papîkyan gotîye: “Em behsa vê rastîyê dikin ku îro, di bin bernameya “Parêzvanê welat” de, gelek leşker jîyana xwe bi artêşê ve girêdidin. Ev hejmar gihîştîye çend hezaran.

Bi gotineke din, axaftina li ser kêmkirina artêşê, bi nermî bêjim, bêwate ye”.

Wezîr her wiha îdîayên ku dibêjin kêmkirina dema xizmeta leşkerî wê asta perwerdehîya leşkeran kêm bike, nirxandîye.

Papîkyan destnîşan kirîye ku “Perwerdehîya leşkerên me ji 4,5 heta 6 mehan dom dike, piştî wê ew dikevin xizmeta sereke”.

Ewî her wiha avantajên bernameya “Parêzvanê welat” bi bîr xistîye. “Avantaja bernameya “Parêzvanê welat” ew e ku leşkerên ku piştî 6 mehan xizmetê biryar didin ku bi wezîreta parastinê re peymanekê îmze bikin, xizmeta xwe ya zêde wekî karkerên peymankar derbaz dikin, mûçeya ku ji bo karkerên peymankar tê armanckirin distînin. Derfeta wan heye ku sêrtîfîka werbigirin û wê mûçeyê du qat bikin”.

Wezîr gotîye: “Îro, beşeke girîng ji sûdmendên bernameya “Parêzvanê welat” ji xwe dikarin bi serkeftî sêrtîfîkatê derbaz bikin. Û ez dîsa dibêjim, hejmara wan digihîje çend hezaran. Ez ê hejmara rast nedim, lê ez ji we re piştrast dikim ku di nav nêzîkî 1,5 salan de, dema ku dema dawîn ya ku ji hêla gelek hevkarên me ve hatîye destnîşankirin tê û qanûna nû bi tevahî dikeve merîyetê, em ê tu pirsgirêkan nejîn”.

Pêşnûmeyek ji alîyê wezîreta parastinê ve hatîye raberkirin û tê de tê pêşbînîkirin ku dema xizmeta leşkerî ya mecbûrî ji 24 mehan bê kêmkirin bo 18 mehan, li ser platforma  «e-draft»  ji bo nîqaşa giştî tê raberkirin. Serokwezîr Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku qanûn wê  1 ê çileya sala 2026 a de bikeve merîyetê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button