Bila ev têkilîyên bêhempa, ji bo berjewendîya nirxên hevpar yên ku em diparêzin, berdewam pêşve biçin: Ararat Mîrzoyan bi serokê Sênata Fransîyayê re civîyaye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan 23 ê cotmehê li Parîzê rastî serokê Sênata Fransîyayê Jêrar Larşê hatîye.
Serokê komîtêya têkilîyên Sênatêye karên der, parastinê û hêzên çekdar Sêdrîk Pêrên, serokê koma dostanîya Fransîyayê-Ermînîstanê ya Sênatê Jîlbêr-Lyûk Dêvînaz û cîgirê serokê komîtêya kar û barên Avropayê ya Sênatê Alên Kadêk, beşdarî civînê bûne.
Hevpeyvînvanan li ser mijarên têkildarî pêşxistina hevkarîya stratêjîk ya di navbera Ermenîstanê û Fransîyayê de nîqaş kirine û tekez kirine ku têkilîyên ku bi awayekî dînamîk pêş dikevin hemî warên sereke dihewînin. Li ser kiryarên pêşerojê jî nîqaş hatine kirin.
Civîn li ser pêşketinên li Başûrê Kafkasîyayê bûye.Wezîr Mîrzoyan pêşketinên dawî, vîzyona Ermenîstanê ji bo pêşveçûyîna herêmê di bin şert û mercên aşîtîyê de bi Adirbêcanê re, tevî pêkanîna potênsîyala wê ya ji bo bûyîna navendeke girîng ya ragihandinê, raber kirîye.
Dawîya hevdîtina bi serokê Sênata Fransîyayê re, wezîr Mîrzoyan di qeyda mêvanên rûmetê yên Sênatê, “Pirtûka zêrîn” de nivîsar hiştîye.
“Ji ber ku ez careke din li Sênata Komara Fransîyayê, vê mala dêmokrasî û serwêrîya hiqûqê, bi şanazîyeke mezin mêvanê xwe dibînim, ez spasîya xwe ya ji dil ji serok Jêrar Larşêr re ji bo pêşwazîya wî ya germ, ku nîşaneke dilsoz ya dostanîya xurt ya ermenîya-fransî ye, dîyar dikim”.
Ez spasîya xwe ya kûr ji serok Jêrar Larşê û her weha ji hemî endamên Sênatê re dubare dikim, ji bo pabendbûna wan ya domdar û dengê wan yê biryardar di berjewendîya têkilîyên bêhempa yên Ermenîstan-Fransîyayê de.
“Bila ev têkilîya bêhempa berdewam bike, ji bo berjewendîya hevkarîyeke stratêjîk ya li ser bingeha nirxên me yên hevpar, dîroka me ya hevpar û dostanîya bêdawî”.







