H’emû nûçeSereke

Aştî divê li ser bingeha edaletê bê avakirin: axaftina Hasmîk Hakobyanê li civîna yekîtîya navparlamêntarîyê

Civîna 151 emîn ya yekîtîya parlamêntên navbera Ermenîstanê li Swîsreyê pêk hatîye, endama şandeya parlamênta Ermenîstanê Hasmîk Hakobyan beşdar bûye û gotarek raber kirîye.

Hevkarên hêja,

Îro ji bo min şerefeke mezin e ku ez li ser mijarekê biaxivim ku him ji bo Ermenîstanê û him jî ji bo gelê me pir girîng e, parastina normên mirovî û piştgirîkirina opêrasîyonên mirovî di demên krîzê de.

Em di demekê de dijîn ku pirsgirêkên gerdûnî- şer, koçberîyên bi destê zorê û karesatên xwezayî-ne tenê hiqûqa navneteweyî, lê di heman demê de nirxên me yên exlaqî yên hevpar jî dicêribînin.

Di van rastîyan de, pirseke bingehîn derdikeve holê: gelo em, wek civaka navneteweyî, xwedî îradeyek têr in ku rûmeta mirovan li ser berjewendîyên sîyasî daynin?

Ji bo Ermenistanê, ev ne nîqaşeke têorîk e. Ev rastîya me ye ku em dijîn.Salên dawî de, herêma me gelek caran di navenda pevçûyîn û krîzên mirovî bûye. Bi hezaran malbat êş kişandine, bi hezaran can winda bûne, û bawerîya di navbera cînaran de têk çûye.

Îro, em li ber kêlîyeke dîrokî ne.

8 ê tebaxa sala 2025 a, Ermenîstanê û Adirbêcanê peymaneke pêşin îmze kirin ku dikare ji bo aşîtîya herêma me bibe xaleke dîrokî.

Lê belê, aşîtî bi belgeyan ve sînordar nîne.

Divê aşîtî li ser bingeha nirxên mirovî û edaletê bê avakirin.

Bicîhanîna tevahî ya qanûna mirovî ya navneteweyî tê wateya parastina maf û ewlehîya kesên koçber, parastina mîrata çandî, û mîsogerkirina gihîştina alîkarîya mirovî bê cudahî.

Ev prînsîp me wek endamên berpirsîyar yên civaka navneteweyî bi hev ve girêdidin.

Belê, peymana aşîtîyê ya ku tê raberkirin ne tenê belgeyeke dualî ye.

Ew cêribandinek e ku nîşan dide ka du welat, ku bi salan e di şerekî dijber de ne, dikarin li ser normên mirovî ava bikin û aşîtîyeke domdar û bi rûmet ava bikin.

Heger ev li hev bê ew ê ji bo tevahîya cîhanê bibe peyameke bihêz ku di rewşên herî dijwar de jî, mirovahî dikare bibe rêberê rastîn yê aşîtîyê.

Spas dikim”,- Hasmîk Hakobyanê tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button