H’emû nûçeSereke

“Niha em amade ne ku tranzîta baran ji Tirkîyayê ber bi Adirbêcanê û berevajî bi rêya axa Ermenîstanê mîsoger bikin”:Paşînyan

Ermenîstan amade ye ku ji îro pê ve, bi rêya Margara-Yêxêgnazor-Sîsîan-Gorîs, tranzîta baran ji Tirkîyayê ber bi Adirbêcanê û berevajî ve mîsoger bike.

Li gorî “Armenpress” ê, serokwezîr Nîkol Paşînyan derheqa wê yekêda dema nîqaşkirina pêşnûmeqanûna “Li ser byûceya dewletê ya Komara Ermenistanê ya sala 2026 a” de li civîna hevbeş ya komîteyên daîmî yên meclîsa neteweyî de ragîhandîye.

“Heger em texmîn bikin ku barek ji Tirkîyayê ji bo ku biçe Adirbêcanê nêzîkî xala kontrolê ya Margarayê dibe, em dikarin vê yekê îro rast misoger bikin. Rêyên me yên ber bi Gorîs û Kornîzorê ve di rewşeke baş de ne. Hûn dizanin ku li Kornîzorê binesazîyeke me ya dîyarkirî heye û em dikarin wê xizmet bikin, tevî alîyê berevajî jî. Bi gotineke din, heger bareke Adirbêcanê ji Kornîzorê nêzîkî Tirkîyayê bibe, em dikarin vê yekê îro rast bikin”.

Nîkol Paşinyan destnîşan kir ku ev gaveke tolhildanê ye li himberî Adirbêcanê.
Paşinyan gotîye: “Çawa ku Adirbêcanê sînordarkirinên tranzîtê ji bo me rakirîye, em jî sînordarkirinên tranzîtê radikin”.
Serokwezîr Nikol Paşînyan piştî îmzekirina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de li Waşîngtonêye 8 ê tebaxê ji nû ve piştrast kirîye ku aşîtîya di navbera her du welatan de rastîyek diyarkirî ye.

Serokomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv 21 ê cotmehê ragîhandîye ku Adirbêcanê hemû qedexeyên li ser derbazbûna baran ji axa xwe bo Ermenîstanê rakiriye. “Ez dixwazim destnîşan bikim ku Adirbêcanê hemû qedexeyên li ser derbazbûna baran bo Ermenîstanê rakiriye. Yekem derbazbûna wiha veguhastina genimê Qazaxistanê bo Ermenîstanê bûye. Ez difikirim ku ev jî nîşanek baş e ku aşîtîya di navbera Adirêycanê û Ermenîstanê de îdî ne tenê li ser kaxezê ye, lê di heman demê de xwedî îfadeyek pratîkî ye jî”:- Îlham Elîyêv di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi serokkomarê Qazaxistanê Qasim-Comart Tokayêv re gotîye.

Paşê, sêkrêtara çapemenîyê ya serokwezîrê Ermenîstanê, Nazêlî Baxdasaryanê, ragîhandîye ku Ermenîstan daxuyanîya serokkomarê Adirbêcanê ya li ser rakirina hemû qedexeyên li ser derbazbûna barhilgir bo Ermenîstanê pêşwazî dike. Û wezîrê Ermenîstanêyî aboriyê, Gêvorg Papoyan destnîşan kirîye ku koma yekem ya genim wê di demek nêzîk de ji Qazaxistanê bi rêya axa Adirbêcanê bigihîje Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button