H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê  sala 2026 a ji Yekîtîya Avropayê nêzîkî 18.4 mîlyard dram wek krêdît werbigire:wezîreta fînansa

Sala 2026 a, Ermenîstan wê bi tevahî 18 mîlyard  399 mîlyon dram krêdît deyn ji Yekîtîya Avropayê werbigire. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan 27 ê cotmehê di dema nîqaşkirina pêşnûmeya byûcêya dewletê ya sala 2026 a li civîna hevbeş ya komîtêyên daîmî yên palamêntê  ragîhandîye.

Ji van, deynên raste-rast wê bigihîjin 14 mîlyard dramî û yên mayî jî wê di çarçoveya hevfînansekirinê de bên peyda kirin.

Hovhannîsyan goîye û zelal kirîye ku ew behsa kîjan alîyan dike û gotîye: “Ev bername wê di carekê ra  çend alîyên sereke de bên bicîhanîn”.

Wekî din, wekî ku wezîr destnîşan kirîye, sala 2025 a  Yekîtîya Avropayê 17 mîlyard 525 mîlyon dram wek krêdît deyn daye Ermenîstanê.

Di derbarê alîkarîyan de, qebareya wan nêzîkî 400 mîlyon dram kêm bûye û gihîştîye 949 mîlyon dramî. Ji vana 776 mîlyon dram alîkarîyan bi xwe ne û 173 mîlyon dram jî fonên ku di çarçoveya hevfînansekirinê de hatine dayîn in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button