H’emû nûçeSereke

Tê plankirin ku ji bo pênsîyonêra sazîya îpotêkê ya berevajî bê danasîn: Tovmasyan hûr gilî dike

Sazîyeke nû ya têkildarî milkên nekêşbar wê bê destpêkirin, ku jê re sazîya îpotêka berevajî tê gotin. Derheqa wê yekêda serokê komîtêya kadastrê Sûrên Tovmasyan di civîna hevbeş ya komîtêyên daîmî yên parlamêntê de gotîye, dema ku hûrgilîyên projeyê raber kirîye.

“Ev  ji bo hemwelatîyên me yên pênsîyonêr yên ku xwedîyê milkên nekêşbar in derbazdar be.

“Piştî pejirandina pakêta yasayî, wê derfet ji bo xwedîyên milkên pênsîyonêr bê efirandin ku bikaribin bi rêya morgicê berevajî, ango bi kirina milkê ku ew xwedîyê wê ne, li bankê hin dravdanan werbigirin û bi vî awayî rewşa xwe ya civakî ya baş mîsoger bikin”,- ewî gotîye.

Li gorî Tovmasyan, ev yek pênsîyonêrên ku warisên wan tune ne yan jî dibe ku nebin, lê milkê wan heye ku bi mafê xwedîtîyê ya wan e, eleqedar dike. Ew dikarin serî li bankê bidin û bêjin ku ew dixwazin îpotêkeke berevajî bicîh bînin. Di encamê de, nirxa milkê wan wê bê nirxandin û hejmara salan û mîqdara pereyê ku bank divê her meh bide pênsîyayê wê bê destnîşankirin.

“Pênsîyonêr wê di vegerandina deynan de pirsgirêkek nejî, ew ê li gorî peymanê ji bo demeke dîyarkirî  werbigire, ew ê di mala xwe de bijî, û ya herî girîng, ew ê jîngeha xwe neguherîne, ew ê her meh mîqdarek guncaw werbigire, ku wê li pênsîya wî bê zêdekirin, û ew ê derfetên berfirehtir hebin ku jîyan û rêwîtîyên xwe çêtir organîze bike”,- ewî gotîye, bi bîr xistîye ku ev hîn jî projeyek e ku ketîye nav gerê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button