Serok Barzanî: dema mirov komkujîya êzidîyan dibîne xwîn ji dilê mirov tê

Serok Mesûd Barzanî bal kişandîye ser komkujîya kurdên êzidî û gotîye: ”Dema mirov komkujîya kurdên êzidî dibîne dilê mirov xwîn dibe”.
Serok Mesûd Barzanî li zanîngeha Dihokê tevlî konfêransa komkujîya kurdan bûye axaftinek pêşkêş kirîye.
Serok Barzanî amaje pê kirîye ku komkujîya li ser gelê kurd “bi plan û bernameyan” dest pê kirîye û gotîye: “Qedera gelê Kurdistanê di dirêjahîya dîrokê de her êş, azar û zulm bûye.
Serok Mesûd Barzanî ragîhandîye ku tawanên jênosîdê ew qasî mezin in ku qet û qet nayên jibîrkirin.
Serok Barzanî hêvî xwest ku hilbijartinên meha pêşîya me yên Îraqê rewşeke baştir û aramtir bînin holê.
Serok Barzanî gotîye: “Divê destûr bibe dadwer di navbera Îraqê û Herêma Kurdistanê de û di navbera her welat û hukumetan de.
Heger destûr bibe navbeynkar, tu pirsgirêkên me namînin lê heger biryar li ser bingeha kêfa şexsî bin wê pirsgirêk berdewam bikin û mezintir bibin”.
Serok Barzanî her wiha gotîye: “Mixabin em dibînin ku hîn jî hinek kes di bin bandora wê çanda ku kurd pê hatin enfalkirin mane. Nabe ew çand li Îraqê bimîne”.
“Cîhan qedirê aştîxwazîya kurdan nizane”
Serok Barzanî di gotara xwe de behsa qonaxên jênosîda kurdan kirîye û gotîye ku jênosîd bi awayekî plankirî dest pê kirîye.
Serok Barzanî qonaxên jênosîda kurdên fêylî, barzanîyan, kîmyabarana Helebceyê û jênosîda kurdên êzidî bi bîr xistîye û gotîye: “Ev hemû nîşan didin ku çi zulma li kurdan hatîye kirin û kurdan ji bo van destkeftan çi qurbanî daye”.
Serok Barzanî daye zanîn ku gelê kurd tevî wan tawanên mezin, tolhildan nekir û raperîna sala 1991 ê bi bîr xistîye ku du feyleqên artêşa Îraqê ketin destê pêşmergeyan û xelkê lê tu leşkerekî Îraqê nehat kuştin û heqaret lê tu kesî nehatîye kirin.
Serok Barzanî di berdewamîyê jî de gotîye: “Gelê kurd ev ders da min û tevahîya cîhanê.
Mixabin qedir û qîmeta vê helwestê hîn jî nayê zanîn. Li Kurdistanê tiştê ku qewimî, li t welatekî cîhanê nebûye”.
Serok Barzanî tekezî li ser girîngîya wê yekê kirîye ku nifşên nû bizanibin ev azadî bi çi berdêlê hatîye bidestxistin û gotîye: “Ev azadî ne mineta kesî ye û kesî xêra xwe bi me nekirîye”.
“Divê Enfal wekî jênosîd bê naskirin”
Serok Barzanî xwestîye ku garantî hebe da ku ew tawan careke din ne li Kurdistanê û ne jî li tu cîhekî din ducare nebin.
Serok Barzanî pesinê xweragirî û îradeya gelê kurd daye û gotîye: “Dîrokê nîşan daye ku tu carî dîktator bi ser neketine û her tim şermezar bûne”.
Serok Mesûd Barzanî daxwaza qerebûkirina malbatên qurbanîyên Enfalê kirîye û gotîye:“Erkê hukumeta Herêma Kurdistanê ye ku mafên wan kesan biparêze”.
Serok Barzanî bangî parlamêntên cîhanê kirîye ku Enfalê wek jênosîd nas bikin û ji hukumeta Îraqê jî xwestîye ku di vê mijarê de alîkar be.







