Konferansa aşîtîyê ya Parîzêye 8 emîn de kîjan mijar wê bên nîqaşkirin? Paşînyan û Mîrzoyan di nav axaftinvana da nin

Konfêransa aşîtîyê ya Parîzêye 8 emîn, ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan jî beşdar dibe, îsal wê bi mijara “Koalîsyonên nû ji bo aşîtîyê, gel û gerstêrkê” bê lidarxistin.
Li gorî “Armenpress” ê, konfêransa ku wê 29-30 ê cotmehê li palat Şoayê li Parîzê bê lidarxistin, wê mijarên têkildarî alozîyên jeopolîtîk, nakokî û rêbazên çareserkirina wan, têknolojî, pêşkeftina aborî û civakî, avhewa, parastina jîngehê û madenên madenî nîqaş bike.
Serokwezîr Nîkol Paşînyan wê beşdarî nîqaşa asta bilind ya navneteweyî ya li ser yekparçeya agahîyan û medyaya serbixwe û axaftina sereke ya bi navê “Rêbertî li çarçewayan: dîtina hêz û seqamgîriyê di cîhaneke parçebûyî de” bibe.
Herwiha di nîqaşa navneteweyî ya asta bilind ya li ser yekparçeya agahîyan û medyaya serbixwe de, serokkomarê Fransîyayê Emanûêl Makron, serokkomarê Ganayê Con Dramanî Mahama, serokkomara Moldovayê Maya Sandû, serokkomarê Montênêgroyê Yakov Mîlatovîç, serokkomara Makêdonya Bakûr Gordana Sîlyanovska-Davkova, serokwezîra Barbadosê Mîa Amor Motlêy, serokwezîrê Albanyayê Êdî Rama, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan-Noêl Baro û berpirsên payebilind yên niha û berê ji welatên cuda û rêxistinên navneteweyî yên mezin wê beşdar bibin.







