H’emû nûçeSereke

Parlamêntoya Avropayê amade ye ku di rêya dîrokî ya endametîya Yekîtîya Avropayê de piştgirîyê bide Ermenîstanê

Parlamêntoya Avropayê amade ye ku di pêvajoya tevlîbûna Ermenîstanê bo Yekîtîya Avropayê de piştgirîyê bide wê.

Li gorî “Armenpress” ê, dereqa wê yekêda  cîgirê serokê parlamêntoya Avropayê Yûnûs Omarcî, li ser navê seroka parlamêntoya Avropayê Robêrta Mêsolayê, li civîna giştî ya meclîsa parlamêntoya Yêronêstêye 12 emîn ku li Yêrêvanê tê lidarxistin, gotîye.

Li gorî wî, biryarên dawî yên Ermenîstanê hilbijartina zelal ya welêt ber bi malbata avropî ve nîşan didin.

“Biryarên Ermenîstanê, nemaze yên dawî, pir girîng in. Ermenîstanê qanûneke dîrokî pejirandîye, peyameke zelal û bihêz şandîye, ragîhandîye ku ew pêşeroja xwe di nav Avropayê de dibîne. Ev ne tenê jêstek sembolîk e, lê hilbijartineke stratêjîk e ku tevlî malbata dêmokrasîya avropî bibe. Parlamêntoya Avropayê amade ye ku di vê rêya dîrokî de piştgirîyê bide Ermenistanê, heger ew biryar bide ku bi fermî namzetîya xwe ji bo endametîya Yekîtîya Avropayê raber bike”,- Omarcî gotîye.

Ewî destnîşan kirîye ku rêça avropî ya Ermenîstanê bi hevkarîya pratîkî ya di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de hatîye damezrandin.

“Ji bilî daxuyanîyên sîyasî, hevkarîyeke rastîn û berbiçev jî heye, nemaze di bernameyên aborî û veberhênanê yên hevkarîya rojhilat de. Em hêzên xwe dikin yek da ku karên nû, binesazîya nûjen û derfetên nû ji bo ciwanên ermenî biefirînin.Dema ku Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan bi hev re pêşve biçin, ew dikarin ji bo her kesî pêşerojeke geştir û dadmendtir ava bikin”,- Omarcî tekez kirîye.

Adara sala 2025 a, parlamêntoya Ermenîstanê qanûnek pejirandîye da ku pêvajoya tevlêbûna Yekîtîya Avropayê dest pê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button