SerekeSîyasî

DEM partîyê bang li hukumetê kirîye: ji bo aşîtîyê gavên yasayî û sîyasî biavêjin

Partîya Wekhevî û Dêmokrasîyê ya Gelan (DEM Partî), piştî civîna xwe ya encûmena partîyê, encamnameyek belav kirîye û helwesta xwe ya derbarê prosêsa aşîtî û civaka dêmokratîk de eşkere kirîye.DEM partîyê ragîhandîye, ew ji bo avakirina aşîtîyeke mayînde û wekhevîyê amade ne hemû berpirsîyarîyan bigirin ser milên xwe û banga avîtina gavên sîyasî û yasayî yên pêwîst kirîye.

Di daxuyanîyê de, pêngava vekişandina hêzên PKK ê ya di 26 ê cotmeha sala 2025 a weke “werçerxaneke dîrokî” ji bo pêşeroja dêmokrasîyê û aşîtîya civakî hatîye binavkirin. DEM partîyê tekez kirîye, ji bo serkeftina vê qonaxê, divê gavên pêwîst yên yasayî û sîyasî demildest bên avîtin.

Daxuyanîyê wiha domandîye: “Îradeya gelên me ji bo bidawîkirina êş, windahî û wêrankarîyên bi salan, eşkere ye. Ji bo ku sîyaset li şûna tundîyê û çareserîya dêmokratîk li şûna şer derkeve pêş, divê ev pêngav bi dilsozî bê piştgirîkirin. Ji ber ku aşîtî ne tenê bi bêdengkirina çekan pêk tê, belkû bi naskirina mafên dêmokratîk û welatîbûna wekhev mayînde dibe”.

DEM partîyê dîyar kirîye hevserokên wan  27 ê cotmehê de nêrînên partîyê derbarê prosêsa giştî û pêngava dawî ya vekişîna hêzên çekdar de ragîhandine û wiha gotîye: “Ji bo ku prosêsa aşîtî û civaka dêmokratîk têk neçe û aşîtî û wekhevî li ser vê axê bi cîh bibe, em wek duh, îro jî di biryara xwe de bi israr in ku hemû berpirsîyarîyan bigirin ser milên xwe. Pêşeroja vî welatî dê ne di bin sîbera çekan de, belkû bi îradeya hevbeş ya gelan bê dîyarkirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button