Li qesira Yêlîsêyê rasthatina Nîkol Paşînyan û Emmanûêl Makron pêk hatîye /vîdyo/

Wek ku ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ji “Armenpress” ê re hatîye ragîhandin, di hevdîtinan de li ser gelek mijarên di rojeva têkilîyên stratêjîk yên Ermenîstan-Fransîyayê de nîqaş kirine. Bi taybetî, ewana li ser mijarên hevkarîya aborîyê, binesazîyê û warên din de rawestîyane. Nîkol Paşînyan û Emmanûêl Makron careke din tekez kirine ku hevkarîya dualî xwedî girîngîya stratêjîk e û amadebûna xwe ji bo berdewamkirina gavên domdar wî alî de dîyar kirine.
Piştra, mijarên girîng yên herêmî hatine nîqaşkirin. Serokkomarê Fransîyayê careke din pîrozbahî li damezrandina aşîtîyê bi Adirbêcanê re kirine û piştgirîya bê şert û merc ya Fransîyayê ji bo serwêrîya Ermenîstanê û qewînkirina aşîtîyê tekez kirine.
Li ser projeya TRIPP û gavên ku ji bo vekirina rêyên ragihandinê li herêmê têne avîtin, nêrînên xwe parve kirine. Di wê çarçoveyê de, serokwezîr behsa pêşveçûyîna xebatên ku têne kirin, kirîye.







