Vekirina sînorê Ermenîstanê-Tirkîyayê hê nehatîye gotûbêjkirin:çavkanîyeke Tirkyayêye dîplomatîk

Gotûbêjên li ser vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê hê dest pê nekirine. Danûstandinên li ser normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Enqerê û Yêrêvanê de berdewam dibin. Çavkanîyeke dîplomatîk ya tirkî elamî RIA Novostîyê kirîye.
Çavkanîyê gotîye: “Niha mesele li ser normalîzasîyakirina têkilîyan e, ne vekirina sînore. Ev mesele wê bi pêvajoyê ve girêdayî be, hê bernameyek zelal tune ye”.
Em lê zêde bikin ku vê dawîyê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan beşdarî konferansa “Rîya hevrîşimê” 5 emîn li Gurcistanê bibû û ragihandibû ku dib sînorê Ermenîstanê-Tirkîyayê di demek nêzîk de bê vekirin.
Paşînyan dîyar kiribû ku “Ez kêfxweş im ku dibînim ku dîyaloga erênî ya di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de hêvî dide me ku dibe ku di demek nêzîk de sînorê Ermenîstanê-Tirkîyayê vebe. Lê berî wê, bila ez destnîşan bikim ku em ne tenê ji hêla sîyasî ve, lê di heman demê de ji hêla têknîkî ve jî amade ne ku ji îro pê ve, bê mûbalexe, ji îro pê ve, veguhastina baran ji Tirkîyayê ber bi Adirbêcanê û ji Adirbêcanê ber bi Tirkîyayê ve bi rêya axa Komara Ermenîstanê mîsoger bikin. Hem rê û hem jî binesazîya sînor ya Ermenîstanê ji bo vê yekê, li ser rêya Margara-Yêxêgnazor-Sîsîan-Gorîs, amade ne”.







