Li gorî pisporê ûzbêk, yekbûna Başûrê Kafkasîyayê û Asyaya Navîn ne tenê pêvajoyeke sîyasî ye, lê belê hilbijartineke stratêjîk e

Di rewşa heyî ya guhertinên jêopolîtîk de, pêvajoyên herêmî li Asyaya Navîn û Kafkasîyaya Başûr derfetên berfireh ji bo hevkarîya navherêmî vedikin, ku bê guman wê bibe alîkar ji bo îstîqirar û pêşveçûyîna bêtir.
Li gorî “Armenpress” ê, ev nêrîn di konfêransa “Forûma Orbêlî 2025: avakirina aşîtî û hevkarîya piralî” de ji alîyê serokê navenda lêkolînê ya înstîtûta lêkolînên stratêjîk û navherêmî ya di bin serokatîya Ûzbekistanê Mûrad Ûzakov anîye ziman.
Ûzakov gotîye: “Ûzbêkîstan bi hemû welatên Başûrê Kafkasîyayê re têkilîyên nêzîk pêş dixe û bi kûrkirina van têkilîyan re eleqedar e. Qebareya bazirganîya di navbera Ûzbêkîstanê û Ermenîstanê de bi lez mezin dibe. Di warên pîşesazî, çandinî, têknolojîyên agahdarîyê û geştîyarîyê de potênsîyaleke mezin ji bo pêşkeftinê heye. Xweşhal e ku welatên din yên Asyaya Navîn jî têkilîyên navbera dewletan bi welatên Başûrê Kafkasîyayê re pêş dixin. Pêşxistina hevkarîya dualî jî wekî şerteke girîng ji bo xurtkirina têkilîyên di navbera herêmên me de tê hesibandin, ku ev yek garantîyek pêbawer e ji bo ewlehî û pêşkeftina berfireh ya makroherêmê”.
Bi raya wî, rewşa jêopolîtîk ya heyî her kesî dixe ber bi efirandina formatên pêbawer ji bo hevkarîyê, ji ber vê yekê di vê çarçoveyê de, Asyaya Navîn dikeve qonaxeke nû ya pêşkeftin û xurtbûnê.
“Herêma me ji mozaîkek berjewendîyên cuda vediguhere girêkek yekgirtî. Ji bilî vê, yekbûn ne tenê pêvajoyeke sîyasî ye, lê hilbijartineke stratejîk e. Em bi hev re ne tenê bi pirsgirêkên hevpar re rû bi rû dimînin, lê di heman demê de rêya pêşkeftina domdar jî dîyar dikin. Di demek nêzîk de, civîna bilind ya welatên Asyaya Navîn wê li Taşkentê bê lidarxistin. Biryarên ku di wê platformê de hatine girtin bûne sedema veguherîneke radîkal ya herêma me û ji wê pêrspêktîfê ve bi tevahî mafdar in. Van biryaran pêşkeftina herêmî teşwîq kirine, di encamê de berhema navxweyî ya pênc komaran di heyşt salên borî de du qat zêde bûye, û veberhênan bi 40 selefî zêde bûne”.
Pêvajoyên bi heman rengî li Başûrê Kafkasîyayê jî diqewimin, ku welat hewlên berbiçev didin da ku astengîyên heyî yên ku bi dehan salan e rê li ber avakirina îstîqirar û aşîtîyê digirin ji holê rakin.
Ûzakov gotîye:”Belgeya aşîtîyê ya ku vê dawîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de îmze kirine, ji bo pêşxistina hevkarîya herêmî bûye bingeheke nû. Peymana aşîtîyê ya dawî û xwesteka hevkarîyê pencereyên nû ji bo dîyaloga avaker û avakirina têkilîyên sûdmend yên hevbeş vedike. Ev yek jî pêşşertan ji bo hevkarîya nêzîk ya bêtir di navbera her du herêmên me de diefirîne. Asyaya Navîn û Kafkasya Başûr wekî beşên sereke yên qada Avrasyayê têne hesibandin, ku xwedî potênsîyaleke girîng ji bo pêşkeftina bilez in. Ew di herêmek çalakîya aborî û bazarên mezin de ne. Li vir rezervên girîng yên madenan ji çar aliîên cîhanê hene. Berhema navxweyî ya giştî ya heyşt welatan bi 670 mîlyard dolarî tê texmîn kirin” ewî gotîye.
Li gorî wî, her du herêm xwedî potênsîyaleke mezin ya veguhastin û transîtê ne, ji ber ku ew di rêyên ragîhandinê yên navneteweyî de girêdanên stratêjîk in. Ew pireke bêhempa ye di navbera Rojavayê û Rojhilat de.
Ûzakov wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Hevkarîya nêzîk wê bihêle ku em asta xweserîyê zêde bikin, me reqabettir bike, herêmên me wê ji bo veberhênanên mezin û berfirehkirina têkilîyên aborî balkêştir bibin. Em dikarin karê navendên lojîstîkê xurt bikin û di mîmarîya pergala nû ya cîhanî de cîhekî girîng bigirin”.







