Rûsya wê 132 vagonên din yên genim bi rêya Adirbêcanê bişîne Ermenîstanê

Rûsya wê heta dawîya çileya sala 2026 a bi rêya nû ya trênê ku di nav Adirbêcanê re derbaz dibe, 132 vagonên din yên genim bişîne Ermenîstanê. Li gorî ragîhandina “Armenpress”ê, derheqa wê yekêda wezîreta Rûsîyayêye veguhestinê ragîhandîye.
“Tê plankirin ku heta dawîya çileya sala 2026 a 132 vagonên din yên genim bi rêya vê rêyê bên şandin. Li gorî TASS ê, di daxuyanîyê de hatîye gotin ku îhtîmalên veguhestina cûreyên din yên barhilgir jî têne lêkolînkirin”.
Wezîreta veguhestinê ya Rûsyayê tekez kirîye ku ev yekem car e ku ji salên 1990 î vir ve barkêşî bo Ermenîstanê bi rêya axa Adirbêcanê tê kirin.
Trênek ku genimê Rûsyayê barkirî bûye (15 vagon) 6 ê mijdarê, ji axa Adirbêcanê û Gurcistanê derbaz bûye, gihîştîye Ermenîstanê.
Li gorî alîyê Rûsyayê, 1000 tonnî zêdetir genim ji Ermenîstanê re hatîye şandin.







