Dezgeha ewlehîya xwarinê wê genimê ku bi rêya axa Adirbêcanê ji Ermenîstanê re tê hawirdekirin, mûayene bike

Nimûneyên genimê Rûsyayê yê ku bi rêya axa Adirbêcanê tê Ermenîstanê, wê bê girtin û ji bo mûayeneya fîtosanîtî bên şandin, wek ku di rewşa barhilgirên din yên bi heman rengî yên ku têne îtxalkirin de tê kirin. Derheqa wê yekêda Factor.am ji dezgeha mûayeneya ewlehîya xwarinê agahdar bûye û gotîye ku veguhastina barhilgir di navbera welatên Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî de (ji Rûsyayê ber bi Ermenîstanê ve) û kontrola sînor tune ye.
Ermenîstan bi giranî ji Rûsyayê genim îtxal dike, sale 300-350 hezar tonn.
Rêveberê hevaltîya veguhestina barhilgir “Apaven”ê Gagîk Agacanyan, di hevpeyvîna bi Factor.am re gotîye ku ev rêyeke nû ye, derfeteke nû ye ji bo Ermenîstanê.
“Ev rêyeke veguhastinê ya cuda ye û ji bo me balkêş e. 30 î salî zêdetir bi Rûsyayê re girêdana rîya hesin tune bûye. Û ne tenê Rûsya ye, lê Asyaya Navîn jî wisa ye”,-ewî got.
Heta niha, genim ji Vladîkavkazê bi kamyonan dihat anîn Ermenîstanê dûrahîya heta sînorê Ermenîstanê nêzîkî 250 mîlotêtrî ye. Li gorî Agacanyan, hîn jî pêdîvî ye ku bê lêkolînkirin û hesabkirin ka kîjan rê sûdmendtir e.







