Aştîparêzên Rûsyayê ji destpêkirina opêrasyona li Qerebaxê pêşwext hatine agahdarkirin:Bayramov

Sala 2023 a, fermandarîya hêzên aştîparêz yên rûs li Qerabaxê 10-15 deqîqe berî destpêkirina opêrasîyonê agahdar bûne.
Li gorî rapora Report ê, derheqa wê yekêda wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov hevpeyvîna bi têlêvîzîyona Giştî (ITV) re gotîye.
Wezîr destnîşan kirîye ku hêzên aştîparêz ji xetereyê hatine agahdarkirin û ji wan re hatîye aghadakirin ku ber bi cîhên ewle yan jî baregehan ve herin.
Bayramov tekez kirîye ku piştî çûyîna ermenîyan ji Qerebaxê, pirsa guncawbûna heyîna hêzên aştîparêz li wir derketîye holê.
Bayramov bi bîr xistîye ku li gorî şertên daxuyanîya sêalî, heger yek ji alîyan şeş meh berî bidawîbûna demê agahî nede, divê çalakîyên aştîxwazan ji bo pênc salên din bên dirêjkirin.
“Ew dem 10 ê gulana 2025 a hatîye.Tevî ku îdî aştîxwazên rûsî li Adirbêcanê tunebûn, ji alîyê qanûnî ve, da ku paşê tu kes pirsekê neke, me 30 ê nîsana îsal de noteyek fermî ji alîyê rûsî re şandîye û rewş bi tevahî rave kirîye. Me ragîhandîye ku mandata wan wê bi tevahî bê betalkirin”,-ewî destnîşan kirîye.
Bîr bînin ku êvara 16 ê nîsanê, medyaya Adirbêcanê ragîhandibû ku hêzên aştîparêz yên rûsî parastina komplêksa dêra ermenîye Dadîvankê radestî polîsên Adirbêcanê kirine. Piştî vê yekê, vîdyoyên tevgera alavên hêzên aştîparêz yên Rûsî dest bi belavkirinê kirin. Paşê, Bekûyê û Moskva fermî piştrast kirin ku pêvajoya vekişîna zû ya hêzên aştîparêz yên rûsî ji Arsaxê dest pê kirîye.22 ê nîsanê, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ji bo danûstandinan bi serokkomar Vladîmîr Pûtîn re çûbû Rûsyayê. Piştî serdanê, Elîyêv ragihandibû ku biryara vekişîna zû ya hêzên aştîparêz yên rûsî ji Arsaxê bi hevbeşî bi Pûtîn re hatîye dayîn.
Proseya vekişîna kontîngênta aştîparêz ya rûsî ya li Arsaxê hatîye bicihkirin 12 ê hezîranê qedîyaye.







