Serokwezîr li ser rewşa pirsgirêkdar ya pergala parastina hewayî di şerê 44 rojan de:bi gelemperî ew ji mêtalê bermayî bûn

Piranîya kelûpelên parastina hewayî yên ku Ermenîstanê şerê 44 rojî de bi kar anîn, çekên kevin bûn û hevalbendan tenê piştgirîyeke sembolîk dane Ermenîstanê. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê derbarê vê yekê de nivîsîye û daxuyanîyên serokê sêyemîn yê Ermenîstanê Sêrj Sargsyan tomar kirîye.
“Çi heye ku meriv fêm neke? Sîstêma parastina hewayî ya ku we li dû xwe hiştibû, ne amûrên cuda-cuda, lê sîstêma parastina hewayî bi tevahî, mêtaloman bû. Mêtaloman bi wateya rastîn ya peyvê.Û hevalbendan di bersiva daxwazên ji bo nûkirina wan de kombînasyoneke sê tilî nîşanî me didan (wana kombînasyonek sê tilî jî nîşanî we dan, wekî din, sala 2018 a pê ve, wê tiştekî din li şûna mêtaloman hebûya)”.
Serokwezîr nivîsîye: “Ji bo ku ji nişkê ve nîşandana kombînasyoneke sê tilîyan ji alîyê wan ve zêde balkêş nebe, hevalbend wê yek yan du tiştên sembolîk bavêjin me, ji 0,1 selefê tiştê ku pêwîst bû, da ku heger mijar derkeve holê, tiştek hebe ku paşê nîşan bidin”.
Serokwezîr destnîşan kirîye ku endambûna Ermenîstanê di Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv de û belavkirina gengaz ya fonên hatine dayîn li herêmên din jî bandor li ser asta piştgirîyê kirîye. “Bi taybetî, du şert û merc hatin destnîşan kirin: endambûna Ermenîstanê di Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv de û rastîya ku fonên hatine dayîn dikarin li deverên ku ne deverên serwêr yên Komara Ermenîstanê ne bên belavkirin”,- Paşînyan nivîsîye.
Serokwezîr her wiha destnîşan kirîye ku hukumetê wê demê hewl dida ku tiştê ku gengaz be bi dest bixe û modêrnîze bike, her wiha behsa rêveberîya leşkerî ya heyî û pêşnîyarên ku wana raber kirine kirîye. Paşînyan vexwend ku li ser mijarê bi awayekî zindî nîqaş bikin, her wiha li ser bersiva rexneyan şîrove kirîye.
Serokwezîr nivîsîye: “Me hewl dida ku her tiştê ku mimkûn be ji her deverê ku em dikarin bi dest bixin, bi awayê, li gorî şîret û pêşnîyarên rayedarên leşkerî yên payebilind yên ku di wê demê de li Komara Ermenîstanê dixebitin, em hewl didan ku wê nûjen bikin”.







