H’emû nûçeSereke

Vekirina kanalên li Başûrê Kafkasîyayê wê ji bo Hindistanê jî kêrhatî û sûdmend be: dîplomatê hindî

Balyozê berê yê Hindistanê Anîl Trîgûnayat, li Urdunê, Lîbyayê û Maltayê, tekez dike ku vekirina rêkxistinan li Başûrê Kafkasîyayê wê ji bo Hindistanê jî kêrhatî û sûdmend be.

Anîl Trîgûnayat derheqa wê yekêda hevpeyvîna bi peyamnêrê “Armenpress” ê re di çarçoveya konfêransa navneteweyî ya du rojî ya bi navê “Forûma Orbêlî: avakirina aşîtî û hevkarîya piralî” de gotîye, behsa pêrspêktîvên vekirina rêyên ragîhandinê li Başûrê Kafkasyayê û di vê çarçoveyê de, rêya TRIPP ê ya ku wê li Ermenîstanê bê çêkirin û projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê ve hatîye destpêkirin kirîye.

“Rêyên ragîhandinê yên bênavber û korîdorên ragîhandinê pir girîng in.Vekirina kanalên li herêma Başûrê Kafkasîyayê wê ji bo Hindistanê jî bikêrhatî û sûdmend be. Ez bi rastî ji fikira serokwezîrê Ermenîstanê ya ku van kanalan wek “Xaçerêya aşîtîyê” bi nav bike hez dikim. Ev tiştek pir girîng e. Projeyeke din ya girîng li Başûrê Kafkasîyayê korîdora veguhestina navneteweyî ya Bakûr-Başûr e, ku Hindistan jî endameke damezrîner e. Ez bi xwe di destpêkê de, dema ku ew hate îmzekirin, beşdar bûm. Korîdorên bazirganî û veguhastinê ne tiştên nû ne. Ew bi sedsalan e hene. Ji bo me, ev pir girîng e. Û heke kanalên aştîyan bi veberhênanên hemî welatên ku ew derbaz dibin bên efirandin, wê hingê her tişt pir hêsantir e. Mirov ji bo bidestxistina aşîtîyê şer dikin. Divê em ji bo bidestxistina aşîtîyê bixebitin”,- ewî destnîşan kirîye.

Balyoz Anîl Trîgûnayat li ser peymanên ku di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê  li Waşîngtonê hatine destanînê axivîye û gotîye ku pêkanîna wan wê pêvajoyeke bilez nebe, ji ber ku her du welat jî hewceyê demê ne ku gumanên li hember hev ji holê rakin.

Anîl Trîgûnayat gotîye:”Cîbicîkirina peymanên Waşîngtonê wê bi dilsozîya her du alîyan ve girêdayî be. Ew ê ne pêvajoyeke bilez be, ew ê pêvajoyeke hêdî be ji ber ku ji bo rakirina gumanên li ser hev dem digire. Rola medyayê jî di vî warî de girîng e. Divê hukumet jî her hewlekê bidin da ku li dijî kampanya dêzînformasîyonê şer bikin. Ji ber vê yekê, danûstandin, ragîhandin, tedbîrên avakirina bawerîyê ji bo her du alîyan pir girîng in”.

Ermenîstanê û Adirbaycanê  8 ê tebaxê li Wasşîngtonê bi navbeynkarîya serokê Amêrîkayê Donald Tramp daxuyanîyeke hevbeş îmze kirine. Serokê Amêrîkayê jî wekî şede îmze kirîye. Di heman rojê de, Ermenîstan û Adirbêcanê peymana aşîtîyê îmze kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button