
Ermenîstan û Hindistanê di salên dawî de hevkarîya xwe di sêktorên parastin, binesazîyê û ênêrjîyê de bi girîngî qewîn kirine.Lêkolînerê li navenda NatStrat ê ji bo lêkolînên stratêjîk û parastinê Harît Şarman gotîye: “Ev hevkarî ji bo her du welatan girîngîyeke stratêjîk e”.
Şarma hevpeyvîna bi peyamnêrê News.am re gotîye: “Ermenîstan şirîkeke girîng e ji bo Hindistanê, ji ber ku ew dixwaze pîşesazîya xwe ya parastinê pêş bixe. Îro, Hindistan çekan ji 100 welatan zêdetir îxrac dike û Ermenîstan mezintirîn îtxalkarê alavên parastinê yên Hindistanê ye”.
Li gorî wî, Hindistan li herêmê wek lîstikvaneke çalek lê bêalî tevdigere. “Em ji bo serdestîyê hewil nadin, lê em dixwazin hevsengîya hêzê vegerînin.Sîyaseta Hindistanê li Başûrê Kafkasyayê armanc dike ku aramî û hevsengîyê mîsoger bike. Ev hem ji bo Ermenîstanê û hem jî ji bo Hindistanê sûdmend e”,-ewî tekez kirîye.
Şarma li ser eleqeya Ermenîstanê ya beşdarbûna di projeya bendera Çabaharê ya îranî de di çarçoveya korîdora veguhestinê ya Bakûr-Başûr (INSTC) de şîrove kirîye, û destnîşan kirîye ku ev rê dikare roleke sereke di veguhestina barhilgir ya di navbera her du welatan de bilîze. “INSTC di sala 2000 a de hatibû pêşnîyarkirin û îro vediguhere yek ji torên herî girîng yên ku Hindistanê bi Avropayê ve girêdide. Hindistan têrmînala Şahîd Bêhêştî li bendera Çabaharê ava dike, ku ji hêla stratêjîk ve ji bandar Abbasê sûdmendtir e. Ev ji bo bazirganîyê avantajên cidî diefirîne”,-ewî şîrove kirîye.
Li gorî pispor, Ermenîstan dikare bibe xelekek girîng di sîstêma veguhastina herêmî de.Şarma destnîşan kirîye ku “Niha îhtîmala rêyeke çaremîn tê nîqaşkirin, ku di nav Ermenîstanê, Gurcistanê û behra Reş re derbaz dibe. Ji bo welatekî bêderya, Çabahar rêyeke rastîn ji bo bazirganîya cîhanî vedike û dikare bibe rêyeke sereke ji bo veguhastina kelûpelên hindî, di nav de alavên parastinê jî”.
Dema ku ewî sîyaseta der û aborî ya Ermenîstanê nirxandîye, ewî bal kişandîye ser rola welêt ya wek navendeke nûjenîyê. Pispor gotîye: “Ermenîstan di rêça rast de diçe. Hûn dibin «Gelîyê sîlîkonê » yê Başûrê Kafkasîyayê, bi awayekî çalak ênêrjîya paqij pêş dixin û heta êlêktrîkê ji welatên cîran re jî îxrac dikin”.
Şarma destnîşan kirîye ku cûre-cûrkirina têkilîyên parastinê yên Ermenîstanê gavek di rêça rast de ye. “Her çend berê hema 93 selefê hawirdekirina parastinê ji hêla Rûsyayê ve dihat kirin , îro Hindistan, Fransya û Yûnanistan dibin hevkarên sereke. Ev meyleke erênî ye. Ya sereke ew e ku aşîtîyeke domdar bê bidestxistin da ku pêşveçûyîna welêt jî domdar be”,-ewî zêde kirîye.
Şarma di derbarê mijara serwêrîyê de tekez kirîye ku piştî bûyerên salen 2020 -2023 a, ew ji bo Ermenistanê roleke girîng dilîze.Ewî destnîşan kirîye ku “Hewldanên avakirina “Korîdora Zangêzûrê” di bin kontrola der wê serwêrîya Ermenîstanê binpê bike.Ermenîstan razî bûye ku rê bê çêkirin, lê dixwaze bi xwe kontrol bike.
Pispor wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Hindistan piştgirîyê dide prînsîpên yekparçeya axê û serxwebûna hemû dewletên herêmê. Tenê di bin vê şertê de aşîtîyeke qewîn û demdirêj mimkûn e. Hindistan amade ye ku di vê pêvajoyê de şirîkek pêbawer ya Ermenistanê be”.







