H’emû nûçeSereke
Şaredarê Moskvayê qanûna zêdekirina mesrefên destûrên kar ji bo koçberan îmze kirîye

Şaredarê Moskvayê Sêrgêy Sobyanîn qanûnek îmze kirîye ji bo zêdekirina lêçûna destûrên kar ji bo koçberan. Belgeya têkildar li ser malpera fermî ya şaredar û hukumeta Moskvayê hatîye weşandin, RIA Novostî radigihîne.
1 ê mijdarê di civîna awarte ya parlamêntoya bajarê Moskvayê, biryar hatîye dayîn ku koêfîsyenteke herêmî bê destnîşankirin ku wê lêçûna mehane ya destûra xebatê ji bo koçberan ji 8,900 rûbilî zêde bike heta 10,000 rûbilî.
Belgeyêda hatîye kifşê: “Xala 1 ê de, hejmarên “2025” wê bi “2026” bên guhertin, û hejmarên “2.8592” jî bi “2.9323” bên guhertin”.







