H’emû nûçeSereke

Her ku atmosfêra di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de guncawtir bibe, çareserkirina pirsgirêka dîlên şer ewqas hêsa dibe:Paşînyan

Hukumeta Ermenîstanê herroj dixebite ku dîlên ermenî yên şêr li Adirbêcanê hatine girtin vegerîne.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan hevpeyvîna bi rojnamevanan re  piştrast kirîye.

“Di derbarê hemwelatîyên me yên li girtîgehê de, em her roj  wî alî de dixebitin.Heger nêrînek hebe ku divê ev pirsgirêk bê çareser kirin da ku pirsgirêka aşîtîyê jî bê çareser kirin, ez dibêjim ku çiqas atosifêr di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de guncan be, ew pirsgirêk wê hêsa bê çareser kirin. Bi gotineke din, ev meseleya pêrspêktîvê ye”,- serokwezîr gotîye.

Paşinyan bawer dike ku aşîtî wê hemû pirsgirêkên mayî çareser bike.

“Ew têgihîştina ku divê em hemû pirsgirêkan çareser bikin û dû re peymaneke aşîtîyê hebe ne mûtleq e.Ew pêvajoyeke zindî ye.Heger em bi wê mantîqê ve bihatana rêber kirin, em ê negihîştana vê xala aşîtîyê”,-ewî gotîye.

Bi gotina serokwezîr, ji ber vê yekê ye ku hukumet hewil dide nêzîkatîyên nerm nîşan bide ku di vê gavê de bi qasî ku bi berjewendîyên dewleta Ermenîstanê re lihevhatî bin.

Adirbêcan bi fermî heyîna nêzîkî 23 dîlên şer yên ermenî piştrast dike, ku di nav wan de nûnerên serokatîya leşkerî-sîyasî yên Qerebaxêye berê jî hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button