H’emû nûçeSereke

Hebûna veberhênerên bîyanî li bazara deynê navxweyî ya Ermenîstanê  sala 2025 a bi girîngî zêde bûye:wezîr

Hebûna veberhênerên bîyanî li bazara deynê navxweyî ya Ermenîstanê sala 2025 a li gorî sala 2018 a pir zêde bûye. Derheqa wê yekêda wezîrê  fînansa Vahê Hovhannîsyan di rûniştina parlamêntêye 12 ê mijdarê  di dema nîqaşkirina pêşnûmeya byûcêya dewletê ya Ermenîstanê ya ji bo sala 2026 a ragîhandîye.

Hovhannîsyan destnîşan kirîye ku “Bo nimûne, sala 2018 a de, hebûna veberhênerên bîyanî di bazara deynê navxweyî ya Ermenîstanê de tenê 3.6 milyard dram bûye. Di heman demê de, heta 30 ê îlona sala 2025 a, ew gihîştîye 177 mîlyard dramî. Bi gotineke din, bawerîya veberhênerên navneteweyî bi sazîyên dewletê yên Komara Ermenîstanê zêde bûye. Ji her demê bêtir zêde bûye”,-Hovhannîsyan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button