H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dikare aborîya dînamîk ya Hindistanê bi bazarên pêşketî yên Avropayê re bike yek: Gêvorg Papoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî  aborîyê  Gêvorg Papoyan beşdarî civîna giştî ya wezîran ya forûma karsazî û berdewamîyê ya Hindistan-Avropayê li Hindistanê bûye.

Li gorî «Armenpress» ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

Wezîr jîngeha veberhênanê û projeyên mezin yên Ermenîstanê, bi taybetî “bendera ziha” ya Gumirîyê, raber kirîye.

Gêvorg Papoyan destnîşan kirîye ku “Cîhê erdnîgarî yê Ermenîstanê dihêle ku ew bibe pireke aborî, çandî û lojîstîkî di navbera  Avropayê û Asyayê de. Di vî warî de, Ermenîstan dikare aborîya dînamîk ya Hindistanê bi bazarên pêşketî yên Avropayê re bike yek, û wekî navendeke îdêal ji bo bazirganî, hilberîn û hevkarîya têknolojîk tevbigere”.

Wezîr her wiha behsa înîsîyatîvên TRIPP û “Xaçerêya aşîtîyê” kirîye û girîngîya wan ji bo hevkarîya aborî ya herêmî û aşîtîya demdirêj tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button