Ssênara 99 yan 49 salî tê nîqaşkirin: Nîkol Paşînyan derheqa TRIPP êda

Serokwezîr Nîkol Paşînyan konfêransa navneteweyî ya “Xaçerêya aşîtîyê: rêşxistina ragihandin û hevkarîya herêmî” de ku li Yêrêvanê bi hevkariya partîya “Peymana sîvîl” û “Fonda Konrad Adenauer” ê hatîye lidarxistin, gotîye: “Ermenîstanê amadebûna xwe ji bo misogerkirina tranzîta baran ji Tirkyayê, bi rêya Margarayê, Kornizorê ber bi Adirbêcanê û berevajî ve, îro nîşan daye. Em vê pêşniyarê dikin ji ber ku ew îro amade ye”.
Ewî ragihandîye ku projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ketiye qonaxa pêkanînê. Ji bo TRIPP ê hevaltîke ermenî-amerîkî ya bi hevbeşî hatîye damezrandin wê bê efirandin, ku Ermenistan wê mafê dengdana biryardar li ser mijarên girîng yên stratêjîk hebe.
Serokwezîr destnîşan kirîye ku “Taybetmendî ev e ku piştî bidawîbûna mafê avakirinê, milkê li ser erdê dibe milkê Komara Ermenîstanê. Û erd her tim milkê Komara Ermenîstanê ye. Niha, du ssênarên ji bo mafê avakirinê têne nîqaşkirin ssênara 99 salî û ssênara 49 salî» ,- serokwezîr daye kifşê û hûrguliyên din yên derbarê pêkanîna projeyê de raber kirîye.
Li gorî Nîkol Paşînyan, ev proje ji bo hemû welatên herêmê sûdmend e.
“Nêrîna me û daxwaza me ew e ku rîya hesin, ku ji Adirbêcanê li ser Mexrî re diçe Naxçêvanê, dû re jî Yerasxê, divê heta sînorê Tirkyayê, heta Axurîkê ji bo îstîsmarkirinê berdewam bike. Beşek pir kurt ji bo restorasyonê heye. Me berê dest bi xebatê li ser kiriye”,- wî destnîşan kirîye.







