
Rojnamevanê adirbêcanî Cavîd Axmêdov vîdyoyek ji dibistaneke adirbêcanî weşandîye, ku wek hûn dibînin, propagandaya xwe ya dijî-ermenî didomîne. Di tomarê de, zilamên mezin girtina “ermenîkî” nîşan didin, ku rola wî ji hêla xwendikarekî ve tê lîstin: zilamên bi cilên leşkerî teqlîd dikin ku çek didin ser serê wî û wî neçar dikin ku hevoka “Qerebax Adirbêcan e” çend caran dubare bike.
Axmêdov li ser vîdyoya weşandî wiha gotîye: “Li vê dînîtîya li dibistana Adirbêcanê binêre. Bi vî awayî mejîyê ciwanan dişon. Dibistan bûye cîhê propagandayê, ne cîhê perwerdeyê. Xwendikar “dîlgirtina” ermenîkî nîşan didin û wî neçar dikin ku bêje: “Qerebax Adirbêcan e”. Çi wêneyek şermok ji bo sîstêma perwerdeyê ye”,- ewî di vîdêoya weşandî de şîrove kirîye.







