
Serokê navenda Adirbêcanê ya ji bo lêkolînên Başûrê Kafkasîyayê Ferhad Mamêdov, ji ajansa adirbêcanîye Report re gotîye,wekî têra tê dîtin ku nava şeş mehên pêş de rêzê serdanên nûnerên civaka sîvîl ya Adirbêcanê bo Ermenîstanê bên kirin, ku ev yek wê berdewamîya pêvajoya dîyalogê ya ku dest pê kirîye be.
Bi gotina wî, serdana şandeya Adirbêcanê bo Ermenîstanê 22 ê cotmehê beşek ji bernameyeke berfirehtir ya hevkarîyê bûye.
“Gera me opêrasîyoneke carekê nebû. Ew beşek ji opêrasîyonekê ye ku serdanên şandeyên Adirbêcanê yên pêşerojê bo Ermenîstanê û serdanên şandeyên Ermenîstanê bo Adirbêcanê vedihewîne. Ji ber vê yekê, tê texmînkirin ku em ê herî kêm di şeş mehên bê de çend caran serdana Ermenîstanê bikin.Mimkûn e ku em ne tenê derheqa paytext, lê di heman demê derheqa herêmên başqeda jî biaxivin”,-ewî destnîşan kirîye.
Mamêdov tekez kirîye ku serdana şandeya Ermenîstanê bo Adirbêcanê ji bo dawîya salê hatîye plankirin û rojên taybetî jî hatine destnîşankirin. Lê belê, ewî roja rast eşkere nekirîye.
Pisporê adirbêcanî tekez kirîye ku “Pêvajo wê di demek nêzîk de bê bicîhanîn. Raya giştî wê di wextê xwe de li ser hatin, rêça nîqaşan û encamên wan bên agahdarkirin. Ji bo me, ne tenê civîn bi xwe girîng e, lê di heman demê de encamên berbiçev jî mijarên ku bên nîqaşkirin û bicîhanîna projeyên taybetî girîng e”.
Ewî her wiha gotîye ku şandeya Ermenîstanê wê him bi koma xebatê ya Adirbêcanê û him jî bi nûnerên payebilind yên rayedaran re hevdîtinan bike.







