Cihbicîkirina projeyên TRIPP û “Xaçerêya aşîtîyê” pêvajoyeke aloz e ku xebateke cidî dixwaze:Alêksandr Îskandaryan

Vekirina kanalên ragîhandinê û hevgirtina berjewendîyên hemû beşdarên herêmê bi rêya pêkanîna projeyên cûre-cûre li Başûrê Kafkasîyayê ne hêsan e, lê ev nayê wê wateyê ku ne gengaz e ew tenê karekî pir cidî û nazik hewce dike.
Hevpeyvîna bi peyamnêrê “Armenpress” ê re, rêveberê înstîtûta Kafkasîyayê, zanyarê sîyasî Alêksandr Îskandaryan, nêrîneke wisa anîye ziman, behsa pêrspêktîfên pêkanîna projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê ve hatîye destpêkirin, û her weha projeya “Rêya Tramp ji bo aşîtîya navneteweyî û serfirazîyê” ya ku bi hewldanên hevbeş bi Dewletên Yekbûyî re li axa Ermenîstanê bê efirandin, kirîye.
Zanyarê sîyasî dema ku li ser pêkanîna van projeyan û girîngîya pêkanîna wan ji bo Komara Ermenîstanê axivîye, destnîşan kirîye ku pêkanîna van projeyên ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê ve têne pêşve xistin, mentiqî û têgihîştî ye.
Îskandaryan destnîşan kirîye ku “Bi vekirina rê û ragîhandinê, rayadarên Ermenîstanê yên niha armanc dikin ku rewşek aramtir li herêmê mîsoger bikin û xetereyên ku dibe ku ji Adirbêcanê bên kêm bikin. Heger em li ser pêrspektîvan biaxivin, ev tiştên pir cuda ne. Axir, tiştê ku diqewime ji dawîyê dûr e, ev tenê destpêk e. Tiştê ku li Waşîngtonê hatîye îmzekirin dêklarasyonek e. Daxuyanîyek ku li gorî wê Ermenîstan û Adirbêcan qebûl dikin ku ragîhandin pêwîst in”.
Pirsgirêkên sîyasî û têknîkî hene, bi taybetî di pêkanîna projeya “Rêya Tramp” de, ku Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî li ser wê danûstandinan dikin.
“Astengîyên sîyasî û têknîkî hene, û divê ev hemû bên çareserkirin. Divê em jî fêm bikin ku rewş tevlîhev e. Li alîyê din yê Çemê Araksê pasvanên sînor yên îranî hene, li alîyê Ermenîstanê pasvanên sînor yên rûsî û ermenî hene, çavdêrên avropî jî pir nêzîk hatine bicihkirin, li çep û rastê azêrî hene, hinekî dûrtir tirk hene. Di heman demê de, îranî rêyek ber bi bakûrê Ermenîstanê ve çêdikin, li Kapanê konsûlxaneya Îranê heye, li Gorîsê konsûlxaneya Fransîyayê heye, Rûsya jî dixwaze li Kapanê konsûlxaneyekê veke, û divê em amêrîkîyan jî li vê yekê zêde bikin û bibînin ka ev mesele wê çawa bê çareserkirin, ji ber ku hevgirtina berjewendîyên Îranê, Dewletên Yekbûyî, Rûsyayê, Tirkîyayê, Adirbêcan û Ermenîstanê ne hêsan e. Lê belê, ev nayê wê wateyê ku ne gengaz e, ew tenê tê wê wateyê ku ev xebateke pir cidî, rêyeke cidî hewce dike ku hîn jî hewce ye ku bê girtin”,- zanyarê sîyasî tekez kirîye.
Alêksandr Îskandaryan destnîşan kirîye ku “Ez her tim mînaka rêya ku ji Bêlarûsê heta herêma Kalînîngradê ya Rûsyayê dirêj dibe didim: ew di nav Lîtvayê re derbaz dibe, ku, bi awayê, endamê NATO ê û Yekîtîya Avropayê ye, lê li gorî wê rêkeftinek hatîye kirin ku welatîyên Rûsyayê dikarin bêyî vîza û heta bêyî pasaportê serdana herêma Kalînîngradê bikin. Ji ber vê yekê, tiştên weha mimkûn in, lê ew karekî pir nazik hewce dike”.







