Bi serokatîya Paşînyan civîna şêwra pêşxistina zanist û têknolojîyê ya Ermenîstanê derbaz bûye

Bi serokatiya serokwezîr Nîkol Paşînyan civîna şêwira pêşxistina zanist û têknolojîyê ya Ermenistanêye çaremîn hatîye lidarxistin.
Di rojevê de raporek li ser xebatên ku di encama nîqaşên rûniştina berê de hatine kirin hebûye. Li gorî vê yekê, xebatên ji bo avakirina fonda nûjenîyê ya Ermenîstanê hatine kirin, pêşînîyên fondê û bernameyên heyî hatine raber kirin. Mêxanîzmên rêveberîyê yên ji bo hinardekirina têknolojîyan ji Ermenîstanê bo Dewletên Yekbûyî û pêvajoya pêşxistina planeke stratêjîk ji bo pêşxistina sêktora têknolojîya bilind ya Ermenîstanê jî hatine rapor kirin.
Rêvebera fonda nûjenîyê ya Ermenîstanê Anahît Sargsyanê ragîhandîye ku di heyama raporê de, xebatên rêxistinî û yasayî yên ji bo avakirina rêveberîya fondê hatine kirin, stratêjîya ji bo pêşxistina zanist û têknolojîyê hatîye lêkolîn kirin, pêşxistina prosêdûreke çavdêrî û rapor dayîna projeyan di rê de ye. Her wiha hûrgilî li ser projeyên ku di bin nirxandinê de ne, mîsyona fondê, avakirina hevkarîya stratêjîk ya hukumet-pîşesazî-akadêmîyê û xebata ku ji bo avakirina bernameyên demdirêj di pênc warên pêşîn de hatîye kirin, hatine raber kirin. Ev war ev in: robotîk û fezayî, nîvkondûktor û mîkroêlêktronîk, zekaya sûnî, bîyotêknolojî û zanistên jîyanê.
Serokê «Sînopsîs Armenia» ê Yêrvand Zoryan, li ser xebatên ku li ser mêxanîzmên hinardekirinê di sêktora têknolojîyê de têne kirin, rapor daye. Hûrgulîyên li ser rêbazên ku armanc dikin pêşxistina ekosîstêma têknolojîyê ya Ermenîstanê û pêşxistina prosêdûrên kontrolkirina hinardekirinê hatine raber kirin.
Cîgirê wezîrê têknolojîyên bilind û pîşesazîyê Rûbên Sîmonyan di rapora xwe de behsa pêvajoya pêşxistina bernameya stratêjîk ya ji bo pêşxistina sêktora têknolojîya bilind ya Ermenistanê kirîye. Merheleyên pêşxistina bernameya stratêjîk hatine raberkirin, ku analîza rewşa heyî ya di sêktora têknolojîya bilind de, lêkolîna trêndên cîhanî, avakirina modêleke serketî ya pîşesazîya têknolojîya bilind ya Ermenîstanê, danîna armancên stratêjîk, pêşxistina înîsîyatîvan, çarçoveyeke encam û planeke çalakîyê dihewîne. Hatîye tekez kirin ku di vê gavê de pêşnûmeya bernameyê di qonaxa pejirandinê de ye ji hêla zanyar û pisporên herî navdar yên cîhanê ve da ku pêbawerîya navneteweyî û berawirdkirina rêbaz û encamên sepandî bê mîsoger kirin. Piştre, xebata li ser pêşxistina plana çalakîyê wê bê kirin.
Li ser raporên pêşkêşkirî nîqaşek hatîye kirin û endamên meclîsê li ser xebatên hatine kirin û yên berdewam ramanan dan hev.
Serokwezîr Paşînyan di kurtebirî de tekez kirîye ku avakirina fonda nûjenîyê ya Ermenîstanê encameke pratîkî ya berbiçev ya çalakîyên encûmenê ye. Serokê hukumetê tekez kirîye ku pêşxistina sêktora têknolojîya bilind pêşînîyek e, û lê zêde kirîye ku platformeke bi pratîkî hatîye avakirin, ku tê de ramanên ku hatine efirandin wê bibin rojev û mijara hevkarîya di navbera hukumet û sêktora taybet de. Serokwezîr di xebata fondê de serkeftin xwestîye û destnîşan kirîye: “Pir girîng e ku hevkarîyeke usa avakar bi avahîyên cûre-cûre yên ku di sêktorê de dixebitin bê damezrandin û em sînêrjîya hêvîkirî bi dest bixin”.







