Ermenîstan di vê qonaxê de derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nafikire

Ermenîstan di vê qonaxê de derketina ji Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv nafikire.
Bi ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê karên der Mnasakan Safaryan di civîna rojnamevanan de ragîhandîye û behsa sîyaseta Yêrêvanê ya beşdarnebûna di civînênên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv kirîye, lê astengî nekirina pejirandina belgeyan.
Safaryan bi bîr xistîye ku helwesta Ermenîstanê berê hatîye ragihandin:Yêrêvan beşdarî xebata Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv nabe, lê destwerdanê nake di pejirandina biryaran de.
Cîgirê wezîr destnîşan kirîye ku “Ermenîstan sîyaseta xwe ya der li gorî berjewendîyan, li gorî rewşa ku hatîye efirandin dimeşîne.Sîyaseta hevsengîyê ya Ermenîstanê hatîye ragihandin û Ermenîstan di wê çarçoveyê de biryaran dide”.
Dema ku rojnamevanan ji wî pirsîne ku sedema wê çi ye ku Ermenistan tevî ku beşdarî xebata rêxistinê nabe jî di Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv de dimîne, Safaryan wiha bersiv da:
“Di vê qonaxê de ev polîtîka ye.Heger helwest yan gavên din hebin, em ê we agahdar bikin.”
Berê hatibû ragihandin ku Ermenistan wê beşdarî civîna bilind ya Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv ya ku wê 27 ê mijdarê li Qirqizistanê bê lidarxistin nebe, lê Yerevan ne li dijî qebûlkirina belgeyên ku di konfêransê de li hev kirine.







